Balafirên Îsraîlê Şam, Hums û Hemayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Îsraîlê avahiya Bihos Ilmiyê (Lokolînên Zanistî) li taxa Mesakin Berzê ya Şamê, Balafirgeha Leşkerî ya Hema û baregeha T4 a Humsê bombebaran kirin.

Balafirên Îsraîlê Şam, Hums û Hemayê bombebaran kirin
2 nîsan, 2025   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala "El Exbariyê" diyar kir ku balafirên Îsraîlê avahiya Lokolînên Zanistî li taxa Mesakin Berzê li Şamê û dûre Balafirgeha Leşkerî ya Hemayê bombebaran kirin.

Kanalê diyar kir ku hemwextî teqînên li Şamê û Hemayê balafirên Îsraîlê derdora Balafirgeha Leşkerî ya Hema û derdora Baregeha Leşkerî ya T4 a li rojhilatê Humsê bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên balafirên şer ên Îsraîlê li asîmanê Hemayê yê Sûriyeyê digerin.

(fr)