Sûdan danûstandinan napejirîne Îran û Amerîka jî gefan li hev dixun

Rewşa Sûdanê her ku diçe aloztir dibe ji ber ku artêş danûstandinên bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn re napejirîne. Di vê navberê de, Îran û Amerîka gefên li dijî hev berdewam dikin, tevî ku nîşên derfeta danûstandinan jî heye.

Sûdan danûstandinan napejirîne Îran û Amerîka jî gefan li hev dixun
3 nîsan, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYA

Rojnameyên Erebî yên îro bal kişandin ser danûstandinên li Sûdanê û aloziya navbera Îran û Amerîkayê.

SÛDAN... DANÛSTANDIN LÊ NE DANÛSTANDIN

Rojnameya Elşerq El Ewset helwesta tund a artêşa Sûdanê ya derb arêdanûstandinan, piştî ku 18 meh di ser şer re derbas bûn, kir. rojnameyê teqez kir ku saziya serbazî, bi serokatiya Korgeneral Ebdulfetah El Burhan, her rêkeftinekê bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn re red dike û şert û mercên tund dixwaze, weke radestkirina çekan û bicihbûna li kampên diyarkirî.

Rojnameyê destnîşan kir ku di nava Sûdanê de baweriyek zêde heye ku her danûstandinên siberojê divê ti roleke siyasî û leşkerî nede Hêzên Piştgiriya Lezgîn çare tenê bêçekkirin û jinavbirina hêzên wê ye.

Rojnameyê her wiha tekez kir ku El Burhan di axaftinên xwe yên vê dawiyê de tekez kiriye ku ji kesên ku sûc û binpêkirinên li dijî sivîl û navendên jiyanî kirine, were pirsîn.

ÎRAN Û AMERÎKA... DAHOLA ŞER AN DANÛSTANDIN?

Rojnameya Indipendent Arabia bal kişande ser aloziya leşkerî û daxuyaniyên dijber yên di navbera Tehran û Waşîngtonê de, û diyar ku her du alî bi awakî xuya dikin ku xwe ji şer dûr dixin, lê her du jî, li hember geşedaneke awarte amadekariyn leşkerî dikin.

Rojnameyê diyar kir ku ev stratejiya dualî, ku hem arîşe û domandina kanalên danûstandinê tê de heye, pirsan derdixe holê ku gelo Îran dikare şert û mercên xwe ferz bike.

 rojnameyê herwiha da zanîn ku dibe Îran pişta xwe bide taktîka danûstandinên demdirêj ji bo fişara li ser Waşîngtonê bike, bi taybetî piştî ku Îranê hin nîşan dan ku dikare nêrîna xwe ya der barê  çêkirina  çekên nokleer biguhere eger rastî êrişekê hat. Ev dikare rewşê aloz bike û dîmena siyasî zêdetir tevlihev bike.

(k)