ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3 - 10 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3 - 10 - 2025
3 cotmeh, 2025   02:00

Berdevka Komîteya Itîfaq û Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîne Osê diyar kir ku hikumeta veguhêz destwerdana hemû hurgiliyên jiyana jinan dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di nava sîstemê de di hemû qadan de xwe bi rêxistin dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Endama Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî Meral Daniş Beştaş li ser nêzîkatiya komîsyonê ya li hember “mafê hêviyê” got “Komîsyonek ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kar dike, ne mijara gotinê ye ku mercên birêz Abdullah Ocalan nenirxîne.”

Koçberên ji Serêkaniyê û Efrînê diyar kir ku li Efrîn û Serêkaniyê sûcên çeteyên dewleta Tirk didomin û ewlehî li herêmên dagirkirî nîn e û daxwaza koçberan vegereke ewle ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Deweleta Tirk a dagirker piştgiriya çeteyên di lîsteyên navneteweyî yên cezayan de wekî çeteyên "El Emşat û Hemzat" didomîne û wan li dijî Herêmên Rêveberiya Xweser sor dike.

Şêniyên Kobanê anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk li tevahî cîhanê deng veda û got “Azadiya Rêber Apo dê dawî li desthilatdarî û faşîzmê bîne." BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka Partiya Sûriyaya Pêşerojê Kewser Doko diyar kir ku hilbijartinên “Meclisa Gel” ên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dixwaze li dar bixe, ne rewa ne û nûnertiya gelê Sûriyeyê û bi taybet jinan nake. Kewser Doko bang li jinan kir ku bi têkoşîna xwe li dijî van kirinan bibin yek. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina demsala payîzê re berê xwe didin çandina sebzeyan a di hewşên malên xwe de. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Kobanê sersaxiyê didin malbata şehîd Hemze, şehîd Mihemed Şêx Hesen û şehîd Şiyar Qeremox (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Werzîşê û Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Reqayê tornuvaya Hespên Esîl li kantona Reqayê li dar dixin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEM