Qahîra û Parîs: Di siberoja Xezayê de Hemas nîn e

Wezîrê karên derve yê Misirê got di siberoja Xezayê de nîn e. Hempîşeyê wî yê fransî jî got Hemas ji dest da û divê vê yekê qebûl bike.

Qahîra û Parîs: Di siberoja Xezayê de Hemas nîn e
2 cotmeh, 2025   22:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Misirê Bedir Ebdulatî got: “Di siberoja Xezayê tevgera Hemas nîn e. Hêzên erebî û îslamî û heta hin endamên tevgerê di vî warî de heman fikir in.”

Ebdulatî di civîneke çapemeniyê de wiha axivî: “Ew baş dizanin ku di siberoja Xezayê de rola wan tune ye. Ev rastiyek e.”

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di serdana xwe ya ji bo Erebistana Siûdî de got: “Hemas ji dest da. Divê vê yekê qebûl bike. Tevger, berpirsê karesata bi serê filistiniyan hatiye.”

Misir navbeynkariya xwe di navbera Îsraîl û Hemasê de didomîne. Hemwextî wê, tevgera Hemasê, plana Amerîka ya ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê dinirxîne û hîna helwesta xwe aşkera nekiriye.

(şx)