Şêniyên Wadî El Nesara daketin xwepêşandanê

Şêniyên herêma Wadî El Nesara bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe li hemberî sûcê li dijî şêniyên gundê Enazê nîşan da.

Şêniyên Wadî El Nesara daketin xwepêşandanê
2 cotmeh, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Wadî El Nesara ya Himsê bi xwepêşandanekê sûcê ku çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî şêniyên Mesîhî yên gundê Enazê nerazîbûna xwe nîşan da.

Di xwepêşandanê de oldarên Mesîhî û çalakvan bi hildana Xaça Mesîhî beşdar bûn.

Xwepêşandêran diyar kir ku ew sûc berdewama komkujiya li dêra Diwêla ya Şamê ye.

(mh)