ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-8-2025
29 tebax, 2025   02:00

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kanton Cizîrê Qehreman Murad diyar kir ku hêzên ewlekariyê amade ne bersiva êrişên gengaz ên çeteyên DAIŞ’ê bidin û got, tevkariya şêniyan û hişmendiya civakî xeta sereke ya parastina şêniyan û mîsogeriya ewlehiya herêmê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Dewleta Tirk a dagirker ku guhertina demgorafî û çandî ya Efrînê didomîne 5 gund veguherandin cihên leşkerî yên girtî û rê nade vegera niştecihên wê yên resen. BI WÊNE Û DÎMEN

Sine Jin Rojava ku di destpêka sala 2023’an de xwe birêxistin kiriye, jinên ciwan fêrî xebatên sînemayê dike. Rêvebera Sine Jin Dîrok Artos dibêje, “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengiya şoreşê kirin, nêrîna cîhanê ya ji bo jin bi guherîn, Dixwazin jin pêşengiya hunerê bike”. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji gundewarê Çilaxayê gotin Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan hebûn û jiyan e. Jinan banga bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî û bi wî re hevdîtinê bikin kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Kantona Firatê anî ziman ku divê mafê hemû pêkhateyan di Sûriyê de were parastin û Sûriyeke pireng ava bikin. BI WÊNE Û DÎMEN