Li kantona Firatê 2 bikaranînerên narkotîkê hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên narkotîkê bi kar tînin di sûc de destgîr kir, amûrên bikaranîna narkotîkê yên bi wan re desteser kirin.

Li kantona Firatê 2 bikaranînerên narkotîkê hatin destgîrkirin
28 tebax, 2025   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî agahiyên teqez û şopandina dosyayê bi koordîneya Dozgeriya Giştî re, li bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê 2 kes bi tohmeta bikaranîna narkotîkê destgîr kirin.

Di destgîrkirinê de, bi wan re amûrên bikaranîna narkotîkê, 6 gram hevirê têkilî tutinê û 20 dolar jî desteser kirin.

Hêzê di daxuyaniya xwe de ya ku li ser malpera xwe parve kiriye destnîşan kir ku têkoşîna wê ji bo girtina bazirgan, bikaranînerên narkotîkê, parastina civakê û ewlehiya wê, berdewam in.

(şx)

ANHA