Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê ji bo bîranîna fermandar Nûreddîn Sofî civînek li dar xist. Bi dehan xwendekarên Zanîngeha Helebê ya ku şehîd Sofî tê de xwendiye, beşdarî civînê bûn.

Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
Fermandar Nûreddîn Sofî li Helebê hate bibîranîn
28 tebax, 2025   22:50
HELEB

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê ji bo ku fedakariyên fermandar Nûreddîn Sofî li Rojhilata Navîn û Helebê bi bîr bînin, civînek li navenda Yekitiya Xwendekaran a li Şêxmeqsûdê li dar xist. Bi dehan endamê yekitiyê û xwendekarên Zanîngeha Helebê tev li civînê bûn.

Di civînê de endama Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Rûjiyan Hisên axivî û behsa têkoşîna fermandar Nûreddîn Sofî kir.

Rûjiyan got: “Şehîd Nûreddîn Sofî ji dema biçûk bû, guhê wî li ser doza Kurd bû. Di salên 80`î de dema di zanîngehê de, tevgera xwe ya siyasî û rêxistinî zêde kir. Şehîd Sofî di zanîngehê de, xwendekarî beşa fîzya, kîmya û bîrkarî bû.”

Rûjiyan behsa têkoşîna şehîd kir dema tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû û çawa roleke mezin di şoreşa 19`ê Tîrmehê de lîstiye.

Dûre sinevizyonek der barê fedakariyên şehîd Nûreddîn Sofî, xîtab û perspektîfên wî ji bo birêxistina şoreşê û parastina destkeftiyan hate pêşandan.

(şx)

ANHA