ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-2-2025
28 sibat, 2025   02:00

Xelkê bajarê Til Birakê xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan weke jêdera sereke ya îlhama fikira şoreşgerî dibînin û pratîze dikin.

Şêniyên Holê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Şêniyan peyama "Ji bo jiyaneke birûmet em çûn bendavê” da.

Navên sembolên Tevgera Azadiyê li zarokên xwe kirin, di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de kedeke mezin da û di rêya azadî û rûmetê de şehîd bû.

Bi armanca hêsankirina tevgera trafîk û çûn û hatinê, li ser gilî û bangên şêniyan Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 3 sûkên gel vekirin.

Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Esed El Ebadî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd e ku mafên xwe bi dest bixe, her wiha û bang li dewleta Tirk kir ku ji bo pêkanîna aştiyê xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve.

Komeke nû ya xelkê bajarên Hesekê û Dirbêsiyê berê xwe dide Bendava Tişrînê ku beşdarî çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bibe, (09:00) BI WÊNE Û DÎMEN.