Jan Van Aken: Divê hikumeta Alman ji bo piştgiriya aştiyê her tiştî bike

Hevserokê Die Linke Jan van Aken diyar kir ku Rêber Apo deriyê pêvajoya aştiyê vekir û got: “Divê hikumeta Alman ji bo piştgiriya aştiyê her tiştî bike. Di nav van de rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî heye.”

Jan Van Aken: Divê hikumeta Alman ji bo piştgiriya aştiyê her tiştî bike
27 sibat, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştgiriya ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo didome.

Hevserokê Partiya Çep (Die Linke) a Alman Jan van Aken li ser hesabê xwe yê X’ê bang li dewleta Tirk û dewleta Elman kir.

Jan van Aken got, “Abdullah Ocalan deriyê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê vekir. Divê hikûmeta Almanyayê ji bo piştgiriya aştiyê her tiştî bike. Di nav van de rakirina qedexeya li ser PKK’ê jî heye. Û divê Ocalan azad bibe.”