ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-9-2025
27 îlon, 2025   02:00

Ciwanên Helebê bal kişand ser nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji hêza ciwanan bawer e ku dikarin pirsgirêkên dîrokî derbas bikin û projeya neteweya demokratîk bi ser bixin. Ciwanan got ew bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Oldaran diyar kir ku nirxên jiyana hevbeş a di navbera ol û baweriyan de, bingehên avakirina civakek hevgirtî ne. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Îsal li Sûriyeyê hezar û 600 şewat çêbûn. Di encama van şewatan de derdora 20 hezar hektar daristan û zevî şewitîn. Tevî van şewatan jî tu tedbîr nehatine girtin. Li aliyekî din jî tu niyetên hikumeta veguhêz nîn in ku alîkariyê bide mexdûran.

Ji bo peydakirina derfetên kar û fêrkirina bêpere ji bo jinên dixwazin dirûtinê bizanin, li bajarê Holê jinan kargeheke dirûtinê vekir û berhemên xwe dadixin sûkên bajêr jî. Bİ WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê dê cenazeyên şervanên QSD`ê Ismaîl Mihemed û Xalid Ehmed li mezara şehîdan a li bajarê Hikûmiyê bispêrin axê. (10.00) Bİ WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Til Temirê konferansa komînan li dar dixe, li Hola Kinêr.(10.00) Bİ WÊNE Û DÎMEN

Meclisa malbatên Şehîdan li bajarê Dirbêsiyê bo salvegera 14`mîn a şehadeta şhîda Ristem Cûdî merasîmeke bîranînê li dar dixe, li mezara şehîd Ristem Cûdî li Dirbêsiyê (10.00) Bİ WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Rûspiyan li bajarê Hesekê dê navenda xwe veke. (10.00) Bİ WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê dê cenazeyê şervanên QSD`ê Zagros (Imad Emîn Ebûd), Egîd Gabar (Masûm Hesen Sair), Zagros (Mihemed Hiwêca) û Ebdilselam Hemed El Nasir,  li mezara şehîd Xebat Dêrikê bispêrin axê. (14.00) Bİ WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Qamişlo dê cenazeyê şervanên QSD`ê Damin Hesen li mezara şehîd Delîl Saroxa bispêrin axê. (16.00) Bİ WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Kobanê dê cenazeyê şehîd Ristem Kobanê li mezara şehîd Dicle bispêrin axê. (17.00) Bİ WÊNE Û DÎMEN