Dadgeha Fransayê cezayê zindanê li 3 jinên ku ji Sûriyeyê vegeriyane birî

Dadgeheke Fransayê cezayên zindanê yên ji 10 heta 15 salan li 3 jinên ku ji Sûriyeyê vegeriyane bi tewanbariya endametiya DAIŞê, birî.

Dadgeha Fransayê cezayê zindanê li 3 jinên ku ji Sûriyeyê vegeriyane birî
27 îlon, 2025   07:54
NAVENA NÛÇEYAN

Dadgeheke Fransayê ji bo 3 jinên ku ji Sûriyeyeyê vegeriyane, bi sedema endametiya DAIŞ’ê cezayên zindanê yên ji 10 heta 15 salan birî.

Ji bo Jennifer Clain a 34 salî 11 sal, xesûya wê Christine Allan a 67 salî 13 sal û Mylaine Duhart a 42 salî 10 sal cezayê zindanê hat birîn.

Hersê jin piştî ragihandina "xîlafetê" di Hezîrana 2014’an de bi zarokên xwe re gihîştin Sûriyeyê. Jinan qebûl nekir ku vegerin Fransayê û li cem komek jinên ku tevlî DAIŞ`ê bûbûn man.

Di Îlona 2019`an de, ew jin bi 9 zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 13 salî de gihîştibûn Fransayê.