ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27- 5 – 2025
27 gulan, 2025   02:00

 Bekir El Cerade anî ziman ku dewleta Tirk der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan de tu gavên cidî neavêtine. Her wiha got ji bo dawî li van siyasetan were û mafên Rêber Abdullah Ocalan pêk werin divê gav bên avêtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şehîd Goran Dêrsim bi vîn û baweriya xwe ya bi têkoşîn û neteweya demokratîk nimûneyeke berxwedanê nîşan da. Tev li nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk bû û piştre di nava refên gerîla de rêya xwe domand, ji bo doza ku jê bawer jiyana xwe feda kir û li çiyayên Zapê şehîd ket. Navê xwe di dîroka gelên azad de nivîsand. BI WÊNE Û DÎMEN

Yek ji pêşengên fêrkirina zimanê kurdî li Efrînê Menan Cafer, ji dema ku bi darê zorê ji mala xwe hat derxistin, nasnameya xwe ya zanîngehê ya ku ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû, hîn jî di berîka wî de ye. Cafer dibêje ew nasname bîranînên salên ked û zehmetiyên lêkolîn û vekolînan tîne bira wî. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Reqayê, bajarê ku bi ronesansa xwe ya çandî dibiriqe, nivîskar, helbestvan û nivîskarên ji seranserê Sûriyeyê ji bo yekem Festîvala Wêjeyî ya Firatê li hev civiyan. Ev çalakiya wêjeyî di nava xwe de peyama hêviyê hilgirt ku şiyana çandê ya Sûriyeyiyan di bin yek sîwanê de, dûrî tifingê kom bike û zimanê afirînerî û aştiyê nîşan bide. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Çilaxayê ji ber kombûna çopê li nêzî malan bi gazinc in. Şaredariyê diyar kir ku kêmbûna derfetan li pêşiya avakirina sergoyekê dibe asteng. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Reqayê bi armanca parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan, Navenda Bersivdayîna Destpêkê, şaredarî û komeleyên çandiniyê di nava amadekariyan de ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya hewldanên başkirina rewşa xizmetguzarî li bajêr, Meclisa bajarê Hesekê bi hevkariya şaredarî û komînan însiyatîfa xwe ya heftane ya hişyarkirina jîngehê ku ji destpêka biharê ve daye destpêkirin, didomîne, (09:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi diruşma "Ji pirrengiyê hêza me derdikeve, ji hevkariyê vîna me ava dibe" li hola Mişwar a Reqayê konferansekê li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan çalakiyên xwe yên roja sêyemîn li Parka Azadî ya Qamişlo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, (20:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Hundirîn ji bo guhdarkirina li gilî û pêşniyarên gel, civîneke berfireh li Tirbespiyê, li hola Siyahî li dar dixe, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN