‘Li dijî siyasetên dewleta Tirk ên li hember Rêber Abdullah Ocalan gavên cidî pêwîst in’

Bekir El Cerade anî ziman ku dewleta Tirk der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan de tu gavên cidî neavêtine. Her wiha got ji bo dawî li van siyasetan were û mafên Rêber Abdullah Ocalan pêk werin divê gav bên avêtin.

‘Li dijî siyasetên dewleta Tirk ên li hember Rêber Abdullah Ocalan gavên cidî pêwîst in’
27 gulan, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Hevberdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan şaxê kantona Firatê Bekir El Cerade diyar kir ku dewleta Tirk der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêkanîna mafê hêviyê de tu gavên cidî neavêtine, lê hewl dide mijarê dereng bixe û demê qezenc bike. Cerade bal kişand ser pêngava bi dirûşma "Dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim" û da zanîn ku armanca pêngavê ew e ku zext li dewleta Tirk bê kirin da ku dawî siyaseta tecrîda li ser Rêbe Abdullah Ocalan bîne û mafên wî mîsoger bike.

Bekir El Cerade di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser navenda însiyatîfê ku 18’ê Gulanê li bajarê Kobanê hate vekirin û got: "Em vekirina navendê li Rêber Abdullah Ocalan û tevahî azadîxwazan pîroz dikin. Rêber Apo ji bo bi dawîkirina koletiyê tê dikoşe. Fikir û felsefeya wî ya azad li tevahiya cîhanê belav bûne. Çawa zarok bi dayika xwe ve girêdayî ye gel jî bi Rêbertî ve hatiye girêdan."

‘XWESTIN RAMANÊN RÊBERTÎ DI NAVA CIVAKÊ DE TUNE BIKIN’

El Cerade destnîşan kir ku hêzên komploger ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirsin, lew ra ji bo rêgirtina li ber belavbûna ramanên wî di nava civakê de komplo li dijî wî pêk anî.

Bekir El Cerade bal kişand ser pergala tecrîdê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî û got, dewleta Tirk ji bo ku gel û Rêber Apo ji hev din qut bikin û nehêle nêrînên wî di nava civakê de belav bibin tecrîda li dijî wî diomîne.

‘DEWLETA TIRK HEMÛ PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE’

El Cerade anî ziman ku 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan di zinadanê de ye û wiha got: "Dewleta Tirk hemû pîvanên navneteweyî binpê kiriye.  Rastiye desthilatdaran ji cîhanê re neyê eşkerekirin. Ev 26 sal e Rêber Apo di zindanê de ye û tecrîd li dijî wî tê meşandin. Qaşo mafên mirovan anku mafê hêviyê heye, lê li cem dewleta Tirk tu mafê hêviyê nayê dîtin. Heger bi rastî mafê mirovan û mafê hêviyê di dinyayê de hebê wê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, lê li şûna mafê hêviyê tecrîd heye. Dewleta Tirk her tim dixwaze sînoran çêbike da ku ramanên Rêber Apo li cîhanê belav nebin."

Bekir El Cerade di dawiya axafitinê de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêkan û aramiyê ye û got: "Em dixwazin Rêber Apo hembêz bikin. Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe.”

(bb)

ANHA