Nasnameya ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû hîna jî di berîka wî de ye

Yek ji pêşengên fêrkirina zimanê kurdî li Efrînê Menan Cafer, ji dema ku bi darê zorê ji mala xwe hat derxistin, nasnameya xwe ya zanîngehê ya ku ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû, hîn jî di berîka wî de ye. Cafer dibêje ew nasname bîranînên salên ked û zehmetiyên lêkolîn û vekolînan tîne bira wî.

Nasnameya ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû hîna jî di berîka wî de ye
Nasnameya ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû hîna jî di berîka wî de ye
Nasnameya ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû hîna jî di berîka wî de ye
Nasnameya ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû hîna jî di berîka wî de ye
Nasnameya ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû hîna jî di berîka wî de ye
Nasnameya ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû hîna jî di berîka wî de ye
Nasnameya ji Zanîngeha Efrînê wergirtibû hîna jî di berîka wî de ye
27 gulan, 2025   03:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Menan Cafer (57) ji gundê Basûfan ê Êzidî yê girêdayî bajarokê Şêrawa yê Efrînê, ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, yek ji alîkarên herî girîng ên zindîkirin, parastin û belavkirina zimanê kurdî li herêma Efrînê ya dagirkirî bû. Di heman demê de yek ji kesên pêşîn bû ku ji bo dibistan, enstîtu û zanîngehan bernameya perwerdehiya bi zimanê dayikê amade kir.

Cafer di ciwaniya xwe de bi hezkirin û azweriya xwe ya hînbûna bi zimanê dayikê dihat naskirin. Wî fikra fêrbûna bi zimanekî ku li ser wî hatibû ferzkirin û nasname û neteweya wî temsîl nake qebûl nekir. Lewma ji sifirê dest pê kir û ji bo bidestxistina armancên xwe dest bi lêkolînê kir.

Di salên 1970’an de Cafer ciwanek bû, hewl da sedema qedexeya axaftin an jî fêrbûna bi zimanê dayikê di dibistanên rejîma Baas’ê de nas bike. Wê hişt ku bikeve kûrahiya lêgerîn û lêkolînkirina bersivan, dîrok xwend û bi kesên jê mezintir û zanatir re kete diyalog û nîqaşan, çi malbat çi jî bi derdora xwe re, têkilî bi kesayetên rewşenbîr ên xwedî eleqdariya dîrokî çand û ziman re danî.

Lê şansê wî hebû ku rastî kesekî were û wî ji bingehê de anku ji tîpan, rêziman û nivîsandin de fêr bike. ruxmî ku navê wî kesî nayê bîra wî, lê dizane ew ji gundê Şadêrê yê bajarokê Şêrawa ya Efrînê ye.

Cafer heta ku di sala 1988'an de derbasî zanîngehê bû, li ser ziman lêkolîn û analîz kir, koka wî, sedemên êrişên li dijî dîrok û çanda kurdî û sedema qedexekirina zimanê kurdî pirsî.

Dema Menan Cafer derbasî zanîngehê guhertin di jiyana wî de çêbû. Li wir şehîd Can Cak (Edhem Omer) ê ji gundê Bêlê yê bajarokê Bilbilê yê Efrîna dagirkirî, nas dike. Can Cak biryar da zanîngeha ku doza wî û zimanê wî nas nake biterikîne û tev li tevgera azadiya Kurdistanê bû. Menan Cafer û Can Cak di dirêjahiya 5 salên fakulteyê de bi hev re li ser siyasetê nîqaş kirin.

Dema Can Cak şehîd dikeve, bandorek mezin li Cafer dike. Can Cak di 1992’yan de tev li tevgera azadiya Kurdistanê dibe û li Xakurkê di 1996’an de, di hema sala derçûna Menan Cafer ji zanîngehê, şehîd dikeve. Cafer soz dide ku ji bo bîranîna şehîd Can Cak ew ê zimanê Kurdî zindî bike û li herêmê belav bike.

Menan Cafer, piştî wê demê, ji ber tirsa ewlehiyê bi dizî dest pê kir, zanyariyên xwe yên ziman ku ji serpêhatiyên xwe bi dest xistibû, li derdorê belav kirin.

Bi dizî ber bi aşkerayî ve, piştî ku hêzên rejîma Baas’ê ji herêm hatin derxistin, pergaleke perwerdê hat avakirin. Li gundê Duraqliya yê bajarê Şera yê Efrînê, di 6’ê Cotmeha 2011’an de yekemîn dibistana fêrbûna zimanê Kurdî bi navê Şehîd Fewzî hat vekirin.

Yekîtiya Mamosteyan di sala 2012’an de hat avakirin û Cafer di nava refên wê de cih girt. Ew yek ji wan kesan bû ku di dibistanên herêmê de perwerdeya bi zimanê kurdî dida.

Manan Cafer tevî çend kesayetên din ên ku bi perwerdeyê re mijûl dibûn, bi beşdariya di amadekirina rêbazên perwerdeyê yên bi zimanê Kurdî û danîna rêzikên wan, bingehê perwerdeyê li herêmê danî.

Di sala 2014’an de bi vekirina yekemîn peymangeha zimanê kurdî li Efrînê, bi navê Viyan Amara, Manan Cafer bû mamosteyê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî.

Di sala 2015’an de yekemîn zanîngeha bi zimanê Kurdî li Rojava, bi navê Zanîngeha Efrînê hate vekirin. Zêdeyî 750 xwendekar tê de cih girtibûn û 5 fakulteyên wê hebûn. Manan wê demê nasnameya zanîngehê wergirt û ji wê demê de ew nasname di berîka wî de ye.

Menan anî ziman ku ev destkeftiyên li Efrînê hatine pêkanîn, li xweşiya dewleta Tirk a dagirker neçûn. Di 20’ê Çileya 2018’an de artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve êrişî kantona Efrînê kir. Êriş di 18’ê Adara 2028’an de bi dagirkerina Efrînê bi dawî bû û navendên perwerdehiyê veguherandin baregehên leşkerî, hin jî bûn navendên îşkencekirina kesên revandî.

Menan Cafer û malbata xwe neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin Kantona Cizîrê. Cafer li Zanîngeha Rojava ya Qamişlo ku di sala 2016’an de hatibû avakirin, 5 sal li pey hev di Fakulteya Wêje û Zimanê Kurdî de karê mamostetiyê domand. Ew her wiha yek ji damezirînerên peymangeha wergerandina erebî, kurdî û îngilîzî bû.

Piştî demekê Cafer bi malbata xwe re di sala 2023’yan de ji Cizîrê koçî Helebê dike, û di gelek saziyên perwerdeyî û yên civaka sivîl de xebatên xwe dimeşîne, lê wî her dem nasnameya xwe ya zanîngehê parast û û li her cihê ku lê dixebitî ew bi xwe re hildigirt.

Cafer der barê sedema ku nasnameya xwe ya zanîngehê diparêze de wiha got: "Her kes xwedî bîranînekê ye ku nikare ji bîr bike. Ji bo min nasnameya min a zanîngehê bîranînek e ku şert û merc çiqas dijwar bin jî ez ê qet jê qut nebim. Ev berhema salên dirêj ên analîz û lêgerîna rastiyê ne.”

Menan Cafer hêviya xwe ya vegera li Efrînê anî ziman û got: "Em ê ezmûn û tecrubeyên ku me di salên koçberiyê de berhev kirine li axa xwe ya bibereket biçînin, herêma xwe careke din bi pêş bixin û zanîngeh, peymangeh û dibistanên xwe bi ruhê kurdewarî vejînin.”

(k)

ANHA