ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 – 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27 – 10 – 2024
27 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên kantona Cizîrê kêfxweşiya der barê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman, her wiha tezek kirin ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne pêkan e.

Şêniyên Helebê got “vîna me ji planên dagirkeran û xayînan xurttir e” û dê destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê dest bi sererastkirina şebekeya ava vexwarinê ya Şedadê kir. Piştî 12 salan dê ava vexwarinê bigihêje malan.

Helbestvan Hemîd El Receb ê ji Holê, ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi helbestên li ser şehîdan û azadiya jinan vedibêje.

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser aşkera kir ku heta niha di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî avahiyên zindî û stratejîk de 5 milyon dolar zirar bûne û nêzî 120 hezar malbat ji av û kehrebê mehrûm bûne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyona dayîna kehrebê ya bajarê Kobanê 366 gund û navenda bajêr ji kehrebê mehrûm kirin.

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa metirsiyên şerê Îsraîlê û Hizbullah derbasî Sûriyeyê bibe û mijara avakirina hikumeteke nû li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk bi “hincetên derew” êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got “Eger Tirkiye dest siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernede, nikare guhertinan pêk bîne.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li navenda Rêveberiyê ya Reqayê daxuyaniyekê dide, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandiniyê û Rêxistinên Civaka Demokratîk a bajarê Sosê yê kantona Dêrazorê Festîvala 4ʹan a Henaran li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Amûdê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê ji Qada Jina Azad meşekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Şaredariyan a Meclisa Girê Spî li pêş avahiya şaredariyê ya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyekê dide, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê li pêş navenda xwe ya li Kobanê ji bo şermezarkirina êrişan daxuyaniyekê dide, saet 11:00ʹan, her wiha Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li kantona Fiarê li pêş navenda xwe ya Kobanê û li Kantona Efrîn û Şehbayê di heman demjimêrê de, saet 13:00ʹan daxuyaniyê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê ji Qada Azadiyê ve xwepêşandanekê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, xelkê Til Birakê yê kantona Cizîrê xwepêşandanekê li dar dixe, saet 09:30ʹan, her wiha li bajarê Hesekê jî bi heman çarçoveyê xwepêşandanekê tê lidarxistin, saet 12:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)