Rojevên hefteyekê yên rojnameyên erebî

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa metirsiyên şerê Îsraîlê û Hizbullah derbasî Sûriyeyê bibe û mijara avakirina hikumeteke nû li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Rojevên hefteyekê yên rojnameyên erebî
27 cotmeh, 2024   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞAM LI BENDÊ YE DEM DERBAS BIBE DA KU XWE JI ŞER BIDE ALÎ

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî şerê Îsraîl û Hizbullahê diyar kir ku bi zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li ser jêderên finanseyê û endamên Hizbullahê re, hişyarên îhtîmalên ku şer Sûriyeyê jî bide ber xwe, zêde dibin.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku bersiva Şamê ya li hember zextên navnteweyî û şîretên derve yên ji bo Sûriyeyê ku ji şer bê dûrxistin jî lawaz in.

Di dewama nûçeyê de hat bibîrxistin ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku "Sûriye ketiye ber bahozeke leşkerî, mirovî û aborî."

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên nêzî hikumeta Şamê, da zanîn ku wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî roja Yekşema borî şîretên Ereban ên li ser hewcedariya dûrxistina şer, ji Şamê re gihandine.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Urdunê ji Şamê xwest ku sînorê xwe yê bi wê re kontrol bike. Çavkaniyan da zanîn Şamê di vê mijarê de bersiveke erênî da. Lê têkildarî şîretên Ereban ên rawestandina çalakiyên pasdarên Îranê û Hizbullahê yên li Sûriyeyê bersiveke lawaz da. "

Li gorî rojnameyê, Şam li bendê ye ku garantiyên "Îsraîl hevsengiya şerê li dijî Sûriyeyê neguhere û li benda pêşniyarên Ereban ên rawestandina êrişên Îsraîlê nemîne" û Eji wropa û DYAˈê bi dest bixe.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin: "Çavkanî dibêjin dê Sûriyê vê helwesta xwe biparêzê, lê eger hat û li gorî mercên Îsraîlê tev geriya, dê berdêla wê jî bixwaze, dê bixwaze ku cezayên borî yên navneteweyî bêne rakirin û biryara navneteweyî ya der barê Sûriyeyê de bê pêkanîn, lewma ew niha demê derbas dike da ku mercên xwe pêk bîne. Lê Sûriyê vebijêrka berfirehbûna şer jî dûr nexistiye û xwe jê re amade dike."

KURDISTANA IRAQÊ JI BO AVAKIRINA HIKUMETEKE NÛ KETIYE PÊŞBERÎ EZMÛNEKE ALOZ

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku piştî derbaskirina astengiya hilbijartinên parlamentoyê, Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ketiye pêşberî ezmûneke aloz, ew jî avakirina hikumeteke nû ye li gorî encamên hilbijartinan. Di hilbijartinan de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember hevrika xwe Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi ser ket. Avakirina hikumetê jî pêvajoyeke aloz e, dê çarenûsa herêmê destnîşan bike.

Rojnameyê diyar kir ku zehmetiya pêvajoyê ew e ku beşdariya her du partiyan di hikumetê de pêwîst e, tevî îhtîmala ku partiya serketî bi hêzên din ên ku di parlamentoyê de cih digirin re hevalbendiyê bike da ku rêjeya nîv+1 pêk bîne.

Hikumeteke ku YNK tev lê nebe, dê nikare desthilata xwe li ser hemû navçeyên herêmê pêk bîne, bi taybetî herêmên Silêmanî û Helebceyê ku desthilata YNK’ê li wir serwer e û sazî û dezgehên wan deveran kontrol dike û hêzên xwe yên pêşmerge (artêş) û asayîşê (polîs) hene.

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Derdorên siyasî yên Iraqê ditirsin ku partiya Talebanî serhişkiyê bike û pêvajoya avakirina hikumeta nû li herêmê aloz bike. Ango ji bo beşdarbûna hikumetê daxwaza şert û mercên giran û asê bike.”

Dîsa li gorî rojnameyê "Egereke din a derve jî heye ku van tirsan rewa dike, ew jî partî û aliyên şîe yên hevalbendên Îranê ne ku li dewleta federal a Iraqê serdest in, ev alî bi xurtî li pişt hevalbendê xwe, Partiya Yekitiya Nîştimanî rawestiyabûn, di wê hêviyê de bûn ku wê partiyê bikin hêza siyasî ya sereke li herêmê da ku cihê Partiya Demokrat bigire.”