Balafira Îsraîlê deriyê Metreba bombebaran kir: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin

Balafira şer a Îsraîlê li deriyê Metreba ku xaka Lubnanê bi herêma gundewarê Qisêr ê başûrê rojavayê Humsê yê Sûriyeyê ve girê dide êrişek pêk anî, di encamê de 2 leşkerên Şamê û Lubnaiyek hatin kuştin.

Balafira Îsraîlê deriyê Metreba bombebaran kir: 2 leşkerên Şamê hatin kuştin
26 cotmeh, 2024   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafira şer a Îsraîlê li deriyê Metreba ku xaka Lubnanê bi herêma Qisêr a başûrê rojavayê Humsê yê Sûriyeyê ve girê dide êrişek pêk anî, di encamê de 2 leşkerên hêzên Şamê û welatiyekî lubnanî hatin kuştin û zirarên mezin bi deriyê bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dawiya Îlonê de balafireke şer a Îsraîlê derî bombebaran kiribû, di encamê ji xizmetê derket û di encamê de 4 endamên îstîxbarata leşkerî ya Şamê birîndar bûbûn.

(fr)