ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-06-2026
27 hezîran, 2026   02:00

- Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelê Kurd û hemû gelê aştîxwaz û demokrasîxwaz e û got heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Parêzer Ala Hisên sedemên derengxistina civînên parlamentoya Sûriyeyê (Meclisa Gel) vegotin û anî ziman derengxistina rûniştinên parlamentoyê hişt ku rewşa paşguhkirin û tevliheviya siyasî zêdetir bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Jinên Hesekê ji ber pirsgirêka avê gelek zehmetiyê dibînin û li bendê ne ku stasyona Elokê bixebite û dawî li êş û zehmetiyên wan were. BI WÊNE Û DÎMEN

- Sûriye di dosyaya edaleta veguhêz de di qonaxeke nediyarker re derbas dibe; serkeftina wê li ser hevsengiya di navbera reforma sazûmanî û aştiya sivîl de maye. BI WÊNE

- Girtîgeha Palmîrayê di dîrokê de şahidî ji komkujiyeke herî zêde xwîn lê rijiyaye, kiriye. Di girtîgehê de derdora hezar û 200 girtî bi destê hêzên girêdayî rejîma Baasê hatin kuştin. BI WÊNE

- Piştî 14 salên şer, Sûriye bi vekirina dergeha Til Koçer, vejandina Rêhesina Hîcazê û vegera şîrketên DYA’yê yên enerjiyê, dîsa dikeve navenda torên bazirganî û lojîstîkê. Ger ewlehî bê misogerkirin, Sûriye dê bibe girêbenda Iraq-Tirkiye-Kendav-Ewropayê. BI WÊNE Û DÎMEN

-Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi sernavê "Peymana 29ˊê Çileyê, taybetmendiyên herêmên Kurdî di navbera têgeh û pêkanînê de" li navenda xwe ya Qamişloyê semînerekê dide, saet 19.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîsgeha Jinan a Sûriyeyê-Nivîsgeha Qamişloyê bi hevkariya Koma Projeyên Biçûk a Destekarî û Pîşeyên Jinan pêşangehekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê vedike, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN