ˋPeymana çarçoveyî ya Îsraîlê û Lubnanê ji bo vekişîna ji başûrê Lubnanêˊ

Desteya Weşanê ya Îsraîlê îro diyar kir ku Îsraîl, Lubnan û DYAˊyê amade ne ku peymaneke çarçoveyî ya bi pêvekek ewlekarî ve girêdayî îmze bikin. Li gorî peymanê wê artêşa Îsraîlê ji beşên başûrê Lubnanê vekişe, têgihîştinên ewlekarî û danûstandinên têkildarî xêzkirina sînorê bejahî yê di navbera her du aliyan de çêbe.

ˋPeymana çarçoveyî ya Îsraîlê û Lubnanê ji bo vekişîna ji başûrê Lubnanêˊ
26 hezîran, 2026   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Weşanê ya Îsraîlê îro ragihand ku Îsraîl, Lubnan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) amade ne ku peymaneke çarçoveyî ya bi pêvekek ewlekarî ve girêdayî îmze bikin. 

Naveroka peymanê ew e ku dest bi qonaxa vekişîna artêşa Îsraîlê ji 2 herêmên li başûrê Lubnanê; ya yekemîn bakurê çemê Lîtanê û ya din başûrê wê, bike û artêşa Lubnanê li wan herêman bi cih bibe.

Li gorî peymanê, heta ku Hizbullah bi çek be wê hêzên Îsraîlê li başûrê Lubnanê bimînin, têgihîştinên têkildarî li ser mijûlbûna bi tûnelan re, pêşîlêgirtina jinûve biçekkirina Hizbullahê, destpêkirina danûstandinên têkildarî xêzkirina sînorê bejahî ya di navbera her du aliyan de.

Li gorî desteyê, artêşa Îsraîlê dê hêzên xwe di "kembera ewlehiyê" de ji nû ve belav bike, bêyî ku ji erdên Lubnanê bi tevahî vekişe, da ku destûr bide artêşa Lubnanê ku têkeve herêmên ku di qonaxa ceribandinê de ne.

Desteyê destnîşan kir ku çapemeniya Erebî jî behsa pêşketina danûstandinan kir û ji çavkaniyên Lubnanî vegotiye ku danûstandin di atmosferek erênî de têne meşandin.

(fr)