Netanyahu: Heta bêçekkirina Hizbullahê Îsraîl li başûrê Lubnanê dimîne

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku welatê wî dê heta ku çekên Hizbullahê bên rakirin, hêzên xwe li başûrê Lubnanê bihêle.

Netanyahu: Heta bêçekkirina Hizbullahê Îsraîl li başûrê Lubnanê dimîne
26 hezîran, 2026   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu got Îsraîlê dê heta ku çekên Hizbullahê neyên rakirin, hêzên xwe ji başûrê Lubnanê nekişîne. Daxuyaniyên Netanyahu hemwextî axaftinên îro yên têkildarî îmzekirina peymana çarçoveyî ya di navbera her du welatan de bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hatin kirin.

Netanyahu anî ziman ku "Tişta herî girîng ew e ku Îsraîl dê li herêma ewlehiyê ya li başûrê Lubnanê bimîne. Ev destkeftineke mezin e û em ê heta ku çekên Hizbullahê neyên rakirin, wê biparêzin."

Netanyahu destnîşan kir ku welatê wî dê destûr bide artêşa Lubnanê ku "2 herêmên ceribandinê" kontrol bike; yek ji wan bi tevahî li derveyî herêma ewlehiyê û li başûrê Çemê Lîtanî ye, ya din jî li bakurê Çemê Lîtanî ye."

(fr)