ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-8-2025
26 tebax, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Qamişloyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kirin ku kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan di destê Rêber Apo de ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerê eşîrên El Sade El Eşarif li Sûriye û Iraqê diyar kir ku kesên bi navên eşîrên herêmê hewl didin fitne û nakokiyan derbixin, nûnertiya eşîran nakin û ev bang kir "Bi hevgirtinê em welatê xwe ava bikin." BI WÊNE Û DÎMEN

Li ser hilweşîna "dewleta xîlafetê" ya DAIŞ`ê re 6 sal derbas bû, lê dîsa mijara hebûna DAIŞ`ê û siberoja wê ketiye rojeva navneteweyî. Pisporê rêxistinên terorîst Munîr Edîb diyar kir ku nebûna stratejiyeke navneteweyî dê bibe sedema vegera DAIŞ`ê. BI WÊNE

Tevgera Ciwanên Ermenî li ser xetereya narkotîkê belavokan belav dike. Çalakî ji qada Azadî ya bajarê Hesekê dest pê dike (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Pêl bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê têkildarî teknîkên vegotina çîrokan û bi karanîna wê wek amûreke belgekirinê, li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê panelekê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê li navenda Yekitiya Xwendekaran a taxa Eşrefiye werşeyekê bi sernavê “Rola jinên ciwan di pratîkkirina peyama aştiyê de” li dar dixe (17:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Pîrozbahiya xwendekarên Peymangeha Bilind a Huneran û Dibistana Muzîka Kalsîk li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê didome (18:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê a Cemîl Horo ya Helebê, çalakiyên xwe ji bo belavkirina çanda komînê, li qada Destîna ya taxa Şêxmeqsûdê didomîne (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN