Şandeyek Amerîkayî bi Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri re civiya

Şandeyeke payebilind a Amerîkayî bi Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta Şamê Ehmed El Şeri re civiya.

Şandeyek Amerîkayî bi Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri re civiya
25 tebax, 2025   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya payebilind a Amerîkayî ji senatora amerîkî û endama komîteya têkiliyên derve ya Kongersê Jeanne Shaheen, namzetê amerîkayî Joe Wilson û nûnerê taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack pêk hat, serdana Sûriyeyê kir.

Li gorî agahiyên endamên şandeya payebilinda a Amerîkayî li ser rûpelên xwe yên takakesî parve kirine, di serdanê de du civînên cuda hatin lidarxistin. Civîna yekê şande bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî re civiya û civîna duyemîn jî şande bi serokê hikumeta Şamê Ehmed El Şeri re civiya.

Hat ragihandin ku her du aliyan geşedanên siyasî û ewlehiyê yên herêmê, rêbazên piştgiriya îstiqrarê û xurtkirina hewldanên têkoşîna li dijî terorê nîqaş kirin.

Di dema ku eleqedariya navneteweyî bi Sûriyeyê re zêde dibe de, bangên xurtkirina diyaloga siyasî û sekna li hember zehmetiyên herêmî û navneteweyî bilind dibe, ev civîn hate lidarxistin.

(şx)