Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bermahiyên şer tune kirin

Pirsporên mayîn û teqemeniyê yên Cîhazê Ewlekariya Giştî li ser bangên şêniyên gundewarê Dêrazorê gelek madeyên teqemeniyê û bemahiyên şer tune kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê bermahiyên şer tune kirin
25 tebax, 2025   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê mijarê de Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatine bibîrxistin: “Pisporên mayîn û teqemeniyan ên Xizmeta Ewlekariya Giştî çarşemê (21`ê Tebaxê), li ser bangên niştecihan û li gorî erkê xwe yê ewlehî û mirovî, mîqdarek madeyên teqemeniyê li 7 gundên kantona Dêrazorê, ji holê rakirin.

Di encamê de, roketên OG û PG9, topên hawanê, guleyên kalîberên cûrbecûr, mayîn, fitil û teqemeniyên sivik hatin berhevkirin û ji holê rakirin. Ev li cihekî ewle û diyarkirî hatin danîn û bi awayekî ku xetereya wan ji bo sivîlan nebe, hatin çareserkirin.

Hêzên me tekez kirin ku ev hewldan beşek hewldanên me yên berdewam in ji bo paqijkirina gundan ji bermahiyên şer ên ku jiyana niştecihan tehdîd dikin û ji bo zarok, jin û cotkaran xetereyeke domdar çêdikin.

Hêzên me bang li welatiyan dikin ku ji tiştên gumanbar an bermahiyên şer dûr bisekinin û tavilê wan ji navendên ewlehiyê re ragihînin da ku bi ewlehî werin çareserkirin.”

(şx)