ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 - 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 - 6 – 2025
26 hezîran, 2025   02:00

Hunermend û helbestvanan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kiriye. Her wiha got ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûne îlhama huner û aştiyê. Hunermendan hêviya xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

PYD'ê bi rêya beşdariya li konferans û pêkanîna hevdîtinên dîplomasî yên ji bo nîqaşkirina pirsgirêka Kurd, rola jinan û rewşa Rojhilata Navîn, rola xwe ya herêmî û navneteweyî berfireh dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi rohilata rojê re, rêwîtiya jinan û zarokan a lêgerîna avê û çîrokên zehmetiyan dest pê dike. Jinek dibêje: "Rewşek e jê rev nîne." BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna hilberîna çandiniyê ya îsal, buhayên êmê pez û sewalan pir zêde bûye. Vê yekê hiştiye barê sewalkarên li bajarê Til Temrê giran bibe. Sewalkaran bang li Saziya Sewalkariyê kir ku komîteyekê ava bikin da ku buhayan kontrol bikin û rê li ber keysebaziya bazirganan bigirin. BI WÊNE Û DÎMEN

22’yê Hezîranê roja yekşemê li Şamê di dema ayîna êvarê de li dijî Dêra Ortodoks a Mar Elyas êrişek pêk hat û di encamê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de bi ser gundên Til Eran û Til Hasilê yên Kurdan ên li başûrê Helebê de jî girtin. Di wan serdegirtinan de ajansên nûçeyan ragihand ku gelek ciwanên Kurd ji aliyê kesên rûpoşkirî ve hatine revandin.

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran û Desteya Perwerdê bi hevkariya Rêxistina Banga "Call" Cinêvê, atolyeyekê der barê zarokên li Sûriyeyê de li Reqayê li dar dixin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişlo û gundewarê wî cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebduselam Ehmed li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajêr defin dike, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Dêrikê û gundewarê wê bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji Qada Azadî ya bajêr ve dest pê dike, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Hundirîn û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Hişbirê ya Cîhanê, û bi armanca balkişandina ser hewldanên dijî vê pandemiyê û belgekirina telefkirina mîqdarek hişbirê, civîneke çapemeniyê li Hesekê li dar dixe, (18:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokratîk li pêş Dêra El Muqedese ya Ermenên Katolîk a li Hesekê, ji bo bîranîna qurbaniyên Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê, mûman pê dixin, (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê navên serketiyên pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan, li navenda xwe radigihîne, (19:00). BI WÊNE Û DÎMEN