Li Amedê 4 ciwan hatin destgîrkirin

4 endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê li Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatin destgîrkirin.

Li Amedê 4 ciwan hatin destgîrkirin
25 hezîran, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhsîn Aydogdu, Fermandar Kardaş, Yusuf Demir Polat û Celal Ozer duh li Amedê hatin destgîrkirin.

Hinceta destgîrkirina ciwanan nehat zanîn. Hat zanîn ku ciwan birine midûriyeta emniyetê.