Hunermendan daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir

Hunermend û helbestvanan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kiriye. Her wiha got ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûne îlhama huner û aştiyê. Hunermendan hêviya xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman.

Hunermendan daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir
26 hezîran, 2025   02:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED - CAN ILÊWÎ

Tevî ku 26 sal di ser girtina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûne, daxwazên ji bo hevdîtina bi wî re û rakirina tecrîdê zêde dibin. Ev daxwaz di çarçoveya kampanyaya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim" zêde bûn ku wekî qonaxa sêyemîn a kampanyaya di sala 2022’yan de bi dirûşma "Azadî ji bo Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd" dest pê kir.

Helbestvan, hunermend û rewşenbîrên li bajarên Hesekê û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê hêviya xwe ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman û tekez kir ku ew ne tenê rêberekî siyasî ye, lê di heman demê de di warên raman, huner û çandê de jî îlham daye wan.

Helbestvan Hesen Saado got gel bi hesreta dîtina Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Rêber Apo jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kir û di Zindana Îmraliyê de bi dehan pirtûk ji bo azadî û rûmeta vî gelî nivîsandin.”

Saado wiha dewam kir: "Min sê caran bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û piştî van ev qas salan ez dîsa dixwazim wî bibînim. Ger dewleta Tirk der barê banga aştiyê de cidî be, ew ê bihêle ku em pê re hevdîtin bikin. Ger ne wisa be, em ê negihêjin çareseriyekê û dewlet Tirk wê poşman bibe.”

Saado axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê her kes guh bide Rêber Abdullah Ocalan. Ew ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo aştiya li herêmê û cîhanê tê dikoşe. Daxwaza me pir hêsan e: rê bidin me da ku em bi rêberê xwe re hevdîtin bikin.”

‘EM JI BO AZADIYÊ DISTRÊN Û XEYALA ME YE KU BI RÊBER RE HEVDÎTINÊ BIKIN’

Hunermendê folklorê Mihemed Bedran ê li bajarê Hesekê da zanîn ku gotin û stranên hunermend li ser Rêber Abdullah Ocalan dibêjin hêviyeke mezin nîşan didin ku ew dê di nava wan de bi azadî, rûmet û aştî bijî.

Bedran wiha lê zêde kir: "Em nîşanên qonaxek nû ya aştiyê ji bo hemî gelên herêmê dibînin, lê dewleta Tirk bi rastî ji van gavan re ne amade ye. Tiştê ku em hêvî dikin ew e ku em bi rêberê xwe re di nava aştiyê de bijîn û ev aştî bi rastî li ser erdê were pêkanîn."

Bedran bang li hemû rewşenbîr, hunermend û hemê azadîxwazan kir ku tev li kampanyaya bi dirûşma 'Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' bibin.

‘RÊBER APO HUNERMENDEKÎ MEZIN E, WÎ HUNER VEJAND’

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê Salah Îbrahîm, got ku Rêber Abdullah Ocalan ji bilî ku rêberek siyasî ye, her wiha ew hunermendekî mezin e, û destnîşan kir ku ramanên wî bûye îlhama huner û têkoşînê.

Îbrahîm her wiha got, "Ez, mîna gelê Kurd û gelên din ên ku bi hesreta azadiyê ne, pir dixwazim Rêber Abdullah Ocalan bibînim. Ez hêvî dikim ku li ber wî bistrêm û î kenê wî bibînim."

‘FELSEFEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN ÎLHAMA HUNER Û ZANÎNÊ DA ME’

Hunermend Ebdulrehman Baravî, endamê Navenda Çand û Hunerê ya li Dirbêsiyê, ku çend caran li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, got ku rêber "rêya jiyan û têkoşînê li ber gelê Kurd vekiriye , em jî bi rêya hunerê vê têkoşînê dewam dikin. "

Baravî her wiha got, "Felsefeya rêber bandorek mezin li me kiriye, û bi saya wê, me xwe, çanda xwe û kevneşopiyên xwe baştir nas kiriye. "

Baravî wiha dawî li axaftina xwe anî "Ez yek ji wan kesan im ku bi şens im ku min Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, û îro, mîna hemê gelên herêmê û hemû beşên civakê, ez pir dixwazim dîsa wî bibînim û bi wî re di nava aştiya ku em hemû dixwazin de bijîm. "

(k)

ANHA