ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-2-2025
26 sibat, 2025   02:00

Partî, rêxistin û kesayetên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya xebatên avakirina helwesta siyasî de, dest bi nivîsandina reşnivîsa nêrîna siyasî kirin.  BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedarên kantona Tebqayê bal kişand ser girîngiya pejirandina pergaleke nenavendî li Sûriyeya nû û diyar kir ku ev model nûnertiya dadmend a hemû pêkhateyên Sûriyeyê re mîsoger dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakvanê siyasî Îbrahîm El Mihemed têkildarî qaşo "Kongreya diyaloga niştîmanî" got: "Diyaloga niştîmanî hêviyên gelê Sûriyeyê têk birin." BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Şaredariyan pira El Yemama ya li kantona Tebqayê ji nû ve ava dike. Pira El Yemama li ser kanala avdaniyê ya Projeya Belixê ye û gundewarên Reqa û Tebqayê bi hev ve girê dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a Yekitiya Parêzeran, Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyeyê û Meclisa Edaleta Jinan, bi sernavê "Li şûna tecîdarkirina kujeran jinan di navendên biryaran de, em daxwaza darizandina wan dikin", li bajarê Hesekê forumeke hiqûqî organîze dikin, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şandeya Brîtanî a ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, rêzehevdîtin û serdanan ji partiyên siyasî û yekitiyên li bajarê Qamişloyê re pêk tîne, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Rêxistinên Civaka Demokratîk li kantona Tebqayê bi sernavê "Rola civaka sivîl di damezrandina Sûriyeya nû de" paneleke diyalogê li kafetîrya Şems a bajarê Tebqayê li dar dixe, (10:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê li taxa Hilko ya Qamişloyê sersaxiyê dide malbata şervanê QSD’ê şehîd Bêkes Qamişlo, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Bi diruşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em Sûriyeya demokratîk ava bikin" Platforma Çalakiyên Hevbeş bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê aşkera dike, daxuyanî li Parka 4’ê Nîsana a Hesekê tê dayîn, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, di çarçoveya çalakiya 8’ê Adarê de li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, civînekê ji jinan re li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê û Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê der barê pêşdeçûnên siyasî li Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a Dêrikê yê kantona Cizîrê panelekê li dar dixe, (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Hunermendê koçkirî Seîd Yûsif bi merasîmekê li hola Zana ya Qamişloyê tê bibîranîn, (17:00) BI WÊNE Û DÎMEN