Di êrişa balafireke Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin

Balafireke bêmirov a Îsraîlê nuqteyeke li ser sînorê Sûriye-Lubnanê ya li Cirûd Nebî Şît a li hemberî bajarokê Serxaya yê gundewarê Şamê, bombebaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Di êrişa balafireke Îsraîlê de 2 kes hatin kuştin
25 sibat, 2025   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR ) da zanîn ku balafireke bêmirov a Îsraîlê nuqteyeke li nêzî sînorê Sûriye - Lubnanê, ya li Cirûd Nebî Şît a li hemberî bajarokê Serxaya yê gundewarê Şamê bombebaran kir. Di encamê de 2 kesên ku nasnameyên wan nehatin zanîn, hatin kuştin.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka 2025'an ve Îsraîlê 14 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye, ji wan 12 êrişên hewayî û 2 bejayî ne. Di encamê de jî nêzî 16 cihên leşkerî wekî embargehên cebilxane û çekan, baregeh, navend û wesayît hatine hedefgirtin û rûxandin.

Ji dema ketina rejîma Beşar Esed heta dawiya sala 2024'an ve balafirên şer ên Îsraîlê nêzî 501 êrişên hewayî li dijî cihên leşkerî yên Sûriyeyê pêk anîn û di encamê de hêza çekan a Sûriyeyê bi temamî hat rûxandin.

(mh/fr)