Siyasetmedarên Tebqayê: Pergala nenavendî mîsogeriya dadmendî û aramiyê ye

Siyasetmedarên kantona Tebqayê bal kişand ser girîngiya pejirandina pergaleke nenavendî li Sûriyeya nû û diyar kir ku ev model nûnertiya dadmend a hemû pêkhateyên Sûriyeyê re mîsoger dike.

Siyasetmedarên Tebqayê: Pergala nenavendî mîsogeriya dadmendî û aramiyê ye
26 sibat, 2025   02:35
TEBQA

Zêdetirî 50 salan Partiya Baas, Sûriye bi sîstemeke navendî, totalîter ku tê de desthilatdarî li paytext Şamê kom bûbû, bi rê ve dibir. Herêmên dûr jî hatin paşguhkirin. Ev nêzîkatî bû sedema desthilatdariya teng li ser biryarên siyasî û aborî, her wiha di navbera welatiyan û dewletê de valahiyeke mezin çêkir.

EHMED EL XELEF: VEGERA NAVENDÎBÛNÊ VEGERA ALOZIYÊ YE

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê li kantona Tebqayê Ehmed El Xelef tekez kir ku sîstema navendî isbat kir ku nikare dadmendiya civakî pêk bîne û berdewamiya xwespartina navendîbûnê dê Sûriyeyê vegerîne serdema aloziya berê.

El Xelef got: "Eger sîstemeke nenavendî di Sûriyeya siberojê de pêk were, wê dadmendiya civakî pêk were û hemû pêkhate bibin xwedî derfet ku bi awayekî rasteqîn beşdarî siyasetê bibin, ev yek dê têgeha biratiya gelan û aştiya nexweyî bihêztir bike. Lê eger em vegerin sistema navendî dê Sûrieyê vegere weke rewşa berê, tenê nav wê bêne guhertin, lê siyaset wê weke xwe bimîne, ev jî tê wateya berdewama çewisandin û paşguhkirinê.”

MUNA EL DALÎ: RÊVEBERIYA XWESER MODELEKE ZINDÎ YA NENAVENDÎBÛNÊ YE

Endama Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê li kantona Tebqayê Muna El Dalî tekez kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat dike ku nenavendîtî dikare bibe modeleke serketî ya rêveberiyê, bi taybetî li welatekî mîna Sûriyeyê ku gelek netewe û pêkhateyên wê hene.

Munayê bal kişand ser wê yekê ku Rêveberiya Xwser çareseriyeke siyasî ya rasteqîn e ku dikare bibe beşeke bingehîn a siberoja Sûriyeyê. Muna destnîşan kir ku vegere nav navendîbûnê tê wateya ku alozî dê berdewam bikin û neyên çareserkirin.

RACA ABDULREHIM: DIVÊ ŞAM JI BO YEKITIYA WELAT NENAVENDÎBÛNÊ QEBÛL BIKE

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Reca Ebdulrehîm jî got pêkanîna nenavenditiyê nayê wateya parçekirina Sûriyeyê, berovajî vê yekê, ew yekane rêya parastina yekitiya welat û bihêzkirina aramiya wî ye û wiha domand: "Sîstema navendî yek ji sedemên sereke yên gurbûna krîza Sûriyeyê bû, ji ber ku nûnertiya rasteqîn a pêkhate û civakên cuda tune bû. Lê sîstema nenavendîbûnê dê rê bide her kesî ku beşdarî rêveberiyê bibe.”

Siyasetmedaran banga pêkanîna modela Rêveberiya Xweser li tevahiya Sûriyeyê kir û diyar kir ku ew modeleke demokratîk ku dadmeniyê û piralîbûnê pêk tîne û sîstemeke rêveberiyê ya aram û dadperwer ava dike.

(k)