Rewşenbîran girîngiya Festîvala Wêjeyî ya Kobanê vegot

Rewşenbîran diyar kir ku Festîvala 3’yemîn a Kobanê di geşkirina rewşa wêjeyî de girîng e û got, festîval ji bo nifşên nû derfeteke girîng e û her kes sûdê jê werdigre.

Rewşenbîran girîngiya Festîvala Wêjeyî ya Kobanê vegot
25 kanûn, 2025   10:03
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Festîvala Wêjeyî ya Kobanê ya 3`emîn ku bi dirûşma "Ji bo wêjeya ku dê pêşerojeke geş birêse" hatiye lidarxistin, îro di roja xwe ya li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî dibe. Festîvala ji aliyê Weşanxaneya Ava ve, bi serpereştiya Desteya Çandê ya Kantona Firatê ji bo bîranîna nivîskar Zîlan Hemo hatiye birêxistinkirin. 

Der barê festîvalê de mamoste û nivîskar û helbestvanan nêrînên xwe ji ANHA`yê re anîn ziman.

Nivîskar Narîman Evdikê anî ziman ku Festîvala Wêjeyî ya Kobanê ku di 23`ê Kanûnê de hatibû destpêkirin gelekî girîng e û ev nirxndin kir "Festîvalê gelek nivîskar û rewşenbîr ên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji derveyî welat anîn gel hev. Festîval di geşkirina rewşa wêjeyê de gelekî girîng e. Ev gestîval gaveke girînge ku em karibin wêjeyê geş bikin. "

Evdikê bi bîr xist ku di festîvalê de panêlên girêdayî wêjeyî tên lidarxstin, çîrok tên xwendin û pirtûk tên îmzekirin û got: "Piştî ku festîval bi dawî dibe, êdî gotar li ser tên nivîsandin. Hêviya me ew e ku hîn festîval mezintir û dewlementir bibe da ku hemû nivîskarên xwe li vir kom bikin."

Helbestvan Meryem Temir jî destnîşan kir ku girîngiya Festîvala Wêjeyî ew e ku hemû nivîskaran li hev kom dike da ku karibin êş û xeyalên xwe vebêjin.

Meryem anî ziman ku Festîvala Wêjeyî ji bo nifşên nû derfeteke girîng e da ku fayîdê li zimanê xwe yê dayikê bikin û wiha domand "Ez helbestên xwe bi zimanê Erebî dinîvisînim. Ji bo vê yekê ez xwe rexne dikim. Lê nifşên nû xwedî şans û derfetek in, divê vê derfetê ji dest xwe bernedin."

Mamosteya Zimanê Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kobanê Nêvyana Mihemed diyar kir ku festîvalê sûdê dide civakê, xwendekar, mamoste, nivîskar û rewşenbîran û got: "Ev festîval ji bo her kesî gelekî girîng e da ku ast û zanebûna xwe di aliyê wêjeyê de bi pêş bixin û hên bêhtir dewlemend bikin."

Nêvyana Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Xwendekarên me ji ber mîna van çalakiyên tên lidarxistin gelek bi şans in ku dikarin hîna zêdetir pirtûkan bixwînin û hezkirina wan ji xwendinê re zêdetir bibe."

(b)

ANHA