ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2024
25 tîrmeh, 2024   02:00

Şêniyên bajarê Tirbespiyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî gelê herêmê û projeya wî ya demokratîk berdewam e û bang li her kesî kir ku tê bikoşin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Desteya Tenduristiyê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê derbarê rewşa Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan de konferansa tenduristiyê lidar bixin.

Rûspiyên kantona Tebqayê berdewamkirina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyeyê û axa wê, şermezar kir û teqezî bi piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser kir.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan agahiyên nû parve kirin bê ka dewleta Tirk a dagirker çawa sûriyeyiyan neçar dike bibin çete. Li gorî navendê, desthilata Tirk gefê li sûriyeyiyên ji Tirkiyeyê dixwe ku bibin çete, heke na dê wan vegerîne Sûriyeyê.

Şîrovekarekî siyasî yê Sûriyeyî diyar kir ku diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de dê helwesta hikumeta Şamê li hember dewleta Tirk a dagirker xurttir bike.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li kantona Minbicê li dijî cezayên dîsplînê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan li Qada Yekitiya Werzîşê çalakiya konvedanê li dar dixe, saest 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê HREˊyê şehîd Birûsk Meydanî ji pêş Nexweşxaneya Avrînê werdigire û li Goristana Şehîdan a bajarokê Fafînê oxir dike, saet 11:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-DEM ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Qamişlo meşekê ji Çerxerêya Sonî ve li dar dixe, saet 18:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)