Têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan konfransa tenduristî tê birêxistinkirin

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Desteya Tenduristiyê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wê derbarê rewşa Îmraliyê û Rêber Abdullah Ocalan de konferansa tenduristiyê lidar bixin.

Têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan konfransa tenduristî tê birêxistinkirin
25 tîrmeh, 2024   03:45
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ku 10`ê Cotmeha 2023`yan li 74 navendên cîhanê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibû destpêkirin de, xebatên xwe didomîne. 

Înîsiyatîf piştî serdanên partiyên siyasî ku di navbera 14 û 26`ê Gulanê (2024) û serdanên dêr, serokeşîr, rusipiyan ku 29’ê Gulanê dabûn destpêkirin, niha jî amadekariya konferansekê dike. 

Serdanên înîsiyatîfê li deverên din ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Herî dawî li Tebqa û Minbicê serdana serokeşîrên Ereb, Kurd, pêkhateya Çerkes û Tirkumen hate kirin.

KOMXEBAT HATIN ÇÊKIRIN

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur da zanîn ku hemû pêkhate û rûsipî Rêber Abdullah Ocalan weke semboleke azadî, çareserî û aştiyê dibînin. Munzur diyar kir ku  piştî serdanan pêkhateyên Ermen û Ereb li Qamişlo û Minbicê komxebatên têkildarî mijarê lidar xistine û erênî hatine nirxandin.

Ferzende Muzur da zanîn ku xebatên wan encamên baş bi xwe re anîne û got: “Daxwazên ku ji serdan û komxebatan derketine, hîn zêdetir naskirina Rêber Apo û şîrovekirina nirxandin û fikrên wî, pêkanîna civînên gel li herêman bûn.”

AMADEKARIYÊN KONFRANSA TENDURISTIYÊ

Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur destnîşan kir ku ew niha jî amadekariyên konferansek tenduristiyê ya li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan dikin û ev agahî dan: “Înîsiyatîf û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê amadekariyan bi hevre dimeşînin. Rê di konferansê de rewşa girtîgeha Îmralî û xeteriyên bi xwe re tîne bên nîqaşkirin.”

Li gorî agahiyên ku Ferzende Munzur dane, konfrans wê di destpêka meha Tebaxê (2024) de bi beşdarbûna bijîşk û kesayetên têkildar ên tenduristiyê were lidarxistin.

(a)

ANHA