Li Siwêdayê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin girtin

Komeke hêzên xwecih li Siwêdayê 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê bi rutbeya efser li Siwêdayê girtine.

Li Siwêdayê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin girtin
24 tîrmeh, 2024   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma ‘Hêzên Xwecih li Siwêdayê ragihand ku wan 2 leşekrên hêzên hikumeta Şamê bi rutbeya efser li Siwêdayê girtine. 

Li gorî malpera ‘El Rasid’ a ku xwe dispêre jêderên koma hêzên xwecih, tîmeke koma çekdarî duh êvarê 2 leşkerên hêzên Şamê bi rutbeya efser girtin.

Heman jêder anî ziman ku ev yek li ser paşxaneya paşguhkirina serbestberdana girtiyên li gel saziyên ewlehiyê pêk hat.

Koma hêzên xwecih li ser facebookê got wan ji bo zextê li ser doza berdana 3 girtiyên bi navên Selman, Behaa El Şair û Murhef El Henanî bikin, 2 leşkerên Şamê girtine.

(mg/fr)