ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-9-2024
24 îlon, 2024   02:00

Şêniyên bajarokê Til Marûf sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kir û gotin ew ê bi rêberê xwe re bin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman destnîşan kir ku aloziya li ser desthilatê û hegemonyaya li Rojhilata Navîn analîzeke giştî û piralî dixwaze û got diyalog û pergala nenavendîbûnê rêya çareserkirina aloziyan e.

Tîmeke tibî ya Rêxistina Heyva Sor a Kurdî  bangên Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî yên bo piştgiriya rewşa tenduristî bersivandin.

Bajarê Sûse yê kantona Dêrazorê bi baxçeyên hinaran tê naskirin ku jêdera qûta şêniyan in û hêmaneke sereke ya nasnameya bajêr a çandinî û civakî ne.

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi hevkariya Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Tebqa bi sernavê ʹJin di dirêjahiya olan deʹ li meclisa olî panelekê li dar dixe, saet 09:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ʹbajarê me xweşik û paqij eʹ Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Holê ya kantona Cizîrê hemleyekê dide destpêkirin û daxuyaniyekê dide, her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Birakê xebatên paqijiyê didin destpêkirin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya rêxistina Reqa ya P.D.K.Sʹê bi navê ʹrejîma siyasî ya Sûriyeyê, lêkolîna hevrûkirinê ya di navbera destûrên 1950 û 2012ʹyan deʹ li avahiya MSDʹê ya Reqayê atolyeyekê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li stadyûma gundê Girkê Xilo yê Çilaxa maça dawî ya turnuvaya Ciwanên PYDʹê bi navê ʹDewreya şehîd Mizbîn û Zeynebʹ li dar xistine, li dar dixe, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)