Polîsên dewleta Tirk bi ser avahiya MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin

Polîsên dewleta Tirk a qirker, bi ser avahiya MED-DER’ê ku xebatên zimanê Kurdî dike û avahiya Payîz Pirtûkê de girtin.

Polîsên dewleta Tirk bi ser avahiya MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin
24 îlon, 2024   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên dewleta Tirk a qirker danê siharê li Amed a Bakurê Kurdistanê, bi ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê Kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê ve girtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê gelek xebatkarên MED-DER’ê hatine binçavkirin. Li avahiya MED-DER’ê û Payîz Pirtûkê lêgerîna polîsan didome.

Hêjayî gotinê ye ji sala 2017’an ve MED-DER li Amedê dersên zimanê Kurdî dide.

Duh jî Wezareta Karên Navxweyî ya dewleta qirker a Tirkiyeyê, ji bo Zarokistanê ya ji aliyê Şaredariya Amedê ve ku hat vekirin, mufetîşan wezîfedar kiribû.