‘Em ê heta dawiyê bi Rêberê xwe re bin’

Şêniyên bajarokê Til Marûf sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kir û gotin ew ê bi rêberê xwe re bin.

‘Em ê heta dawiyê bi Rêberê xwe re bin’
24 îlon, 2024   03:40
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên bajarokê Til Marûf ê Tirbespiyê diyar kir ku ew ê heta dawî bi Rêber Abdullah Ocalan re bin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî li qadên têkoşînê bin.

Welatiya bi navê Xaliya Ehmed sîstema îşkence û qirkinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwest gel û serokatî ji hev dûr bixe, nehêle ramanên wî bên belavkirin."

Xaliya wiha dom kir: “Em tu carî sîstema îşkencê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan qebûl nakin, Rêbertî xwedî projeya neteweya demokratîk e. Armanca wî gelên bindest bên rizgarkirin."

Xaliya Ehmed destnîşan kir dê li hember sîstema îşkencê û qirkirnê bê deng nemînin û ev li gotinên xwe zêde kirin: “Ji bo rakirina vê sîstemê çi ji me were xwestin em ê bikin. Taybet wek jin her tim dê li kolanan bin ta ku azadiya Rêberê me ya fîzîkî pêk were.”

Ebduselam Cuma sîstema îşkence û qirkirnê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinê mafên mirovan şermezar kir û got: “Sîstema ku li Îmralî tê meşandin nayê qebûlkirin em ê her tim li qadan bin.”

Ebduselam Cuma bang li tevahî gelan kir ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kûr bikin û têkoşînê xurttir bikin.

Mihemed Sedîq Sêfo bi bîr xist ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan li tevahî Rojhilata Navîn belav dibin û got: “Em tu agahiyan ji Rêbertî nagirin. Ev yek jî me dixe nava firan. Ji her kesî tê xwestin ji bo rakirina sîstema îşkencê û qirkirinê li qadan bin û li berxwedan û têkoşînê bilind bikin.”

Mihemed Sedîq Sêfo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagiker ramanên Rêber Abdullah Ocalan wekî xetereyekê li ser xwe dibîne, lewra sîstema qirkirinê zêde dike.

(bb)

ANHA