ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24- 5 – 2025
24 gulan, 2025   02:00

Rêber Abdullah Ocalan di 37 salên dawî de bi afirîneriyên teorîk û piratîk her fersendeke ji bo çareseriyê bikar anî û tevî hemû sabotekirin û komployan jî gihan qonaxek dîrokî.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevahî pêkhate bi hev re dijîn û parastina xaka xwe dikin û got "Destkeftiyên şoreşa Rojava bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan tên parastin." BI WÊNE Û DÎMEN

Dema ku tevlihevî yan şerekî navxweyî li Sûriyeyê derdikeve, çeteyên DAIŞ’ê derdikevin û hewl didin sûdê ji van van tevlihevî û nakokiyan wergirin. Piştî hevdîtina Ehmed El Şerî û Trump xîtaba desthilata Şamê ya der barê pêkanîna operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê de zêdetir bû. Ev yek pirsên li ser xwezaya rûbirûbûnê yên wekî ‘gelo operasyoneke cidî ya desthilata Şamê li hemberî "terorê" heye? An jî hewldaneke siyasî ya El Şerî ji bo têkbirina dijberan û tesbîtkirina hegemoniyê ye?’ radixin ber çavan.

Jinên ji bajarê Til Birakê diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser ji tevahiya jinên cîhanê re bûye çavkaniya sirûşê û got "Cihê jinan di rêveberiyê de ne ji valahiyekê hatiye, ew berhema têkoşîna bi salan a li hemberî zilmê ye." BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Fîlman a Jinan a Nûjiyan sibê dest pê dike. Di mîhrîcanê de li gel fîlm û belgefîlman dê komxebat û semîner jî li dar bikevin. Her wiha dê li ser navê nûçegihana ajansa me şehîd Cîhan Bîlgîn jî pêşangeheke wêneyan bê vekirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li salona Zana ya bajarê Qamişlo li ser pêwîstiya diyalogê ji bo Sûriyeyeke demokratîk û azad komxebatek li dar dixe, saet 10:00’an. Li Helebê, Buroya Têkiliyên Giştî ya MSD`ê, li Foruma “Heleb, Paytexta Çanda Îslamî” ya li Helebê, komxebatekê li dar dixe, saet di 17. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Rûspiyan a Kantona Cezîrê ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî yên Sûriyeyêê civînekê ji nûnerên pêkhateya Ereb re li dar dixe, li Xwaringeha Şto ya Hesekê. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi dirûşma “Konferansa Xwendekarên Rêber Apo... Partiya Karkerên Kurdistanê, Partiya Şehîdan, Romanek, Helbest û Stranek Bê Dawî ye” li hola Serdem a bajarê Hesekê, konferansek li dar dixe. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê ji bo gotûbêjkirina xebatên sala 2025’an, li salona Navenda Çand û, bi şêniyên bajêr re dicive. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Sara ya Pêşîgirtina Tundiya Li Hember Jinan der barê êrişên li dijî jinên bajrê Ceblayê, li navenda rêxistinê ya li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê daxuyaniyekê dide. (11.00) BI WÊNE Û DÎMEN