QSD’ê êrişa çeteyên DAIŞ’ê şikand

QSD’ê li bajarokê Beharayê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî nuqteya wê şikand.

QSD’ê êrişa çeteyên DAIŞ’ê şikand
24 gulan, 2025   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) der barê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser nuqteya şervanan a li bajarokê Behra yê rojhilatê Dêrazorê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şaneyên çeteyên DAIŞ’ê duh êvarî li bajarokê Behra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê êriş nuqteya QSD’ê kirin û ev agahî hatin parvekirin: "Şaneyên terorîst bi erebeyekê gule li nuqteya leşkerî barand. Şervanên me bersiva gulebaranê dan û şer derket. Di encama şer de hin endamên şaneyê birîndar bûn û yên din bi erebeyê reviyan. Du şervanên me sivikî birîndar bûn. Piştî êrişê  hêzên me derdora herêma girtin û operasyona lêgerîna şaneyê dan destpêkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Hêzên me mîsyona xwe ya têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina terorî û têkbirina jêderên wê yên madî û manewî didomîne. Hêzên me dê nehêlin rêxistina terorîst xwe zindî û birêxistin bike û ewlehiya herêmê xirab bike."

(bb)