Artêşa Îsraîlê amadekariya şerekî dike

Artêşa Îsraîlê rahênanên berfireh wekî amadekariya şerekî pir berfereg pêk anîn. Hemwextî van rahênanan gengazî heye ku danûstandinên atomî di navbera Washington û Tehranê de têk biçin.

Artêşa Îsraîlê amadekariya şerekî dike
23 gulan, 2025   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê rahênanên leşkerî yên berfireh ji bo şerekî pir enî pêk anîn. Ev jî wekî amadekarî ji bo egera têkçûna danûstandinên atomî yên Amerîka û Îranê ye.

Tora CNN di raporekê de diyar kir ku Îsraîl amadekariyê dike da ku eger danûstandinên atomî têk biçin ew êrişeke berfireh li dijî kargehên atomî yên Îranê pêk bîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro gera 5'an a dansûtandinên atomî yên Amerîka û Îranê li Umanê bi dawî bû û egera binketina van danûstandinan zêde bûye.

(mh)