ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-3-2025
24 adar, 2025   02:00

Piştî ku bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, bi hevkariya di navbera şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser de pêvajoyeke bilez ya jinûve avakirinê li bajarok hat destpêkirin.

Hevserokê Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker aramiyê ji Sûriyê re naxwaze, hewldanên aştiyê yên QSD’ê û desthilatdariya Şamê asteng dike û komkujiyên li dijî gelên herêmê didomîne.

Mamosteyê Zanistên Siyasî Malik El Hafiz destnîşan kir ku Danezana Destûrî ya ku li Şamê hatiye derxistin nêrînek teng a rêveberiyê nîşan dide û destnîşan kir ku ev danezan mîna destûrên Partiya Baas`ê ye, rê li ber avakirina dewleteke sivîl digire û rêya avakirina desthilata otorîter vedike.

Di sedsala 20’an de guhertineke mezin di rewşa elewiyên li Sûriyeyê de pêk hat, roleke girîng di berxwedana dijî dagirkeriya Fransayê de bi pêşengtiya Şêx Salih El Elî de lîst. Bi serxwebûna Sûriyeyê re û bi rêya Partiya Baas’ê elewiyan desthilat bi dest xistin û Hafiz Esed jî di 1970’î de derket, wê jî ji wan re cihekî xurt di saziyên leşkerî û ewlehî de peyda kir. Ruxmî wê jî gelek ji elewî di xizantiyê de man, hin jî bûn muxalifê rejîmê û ketin girtîgehan. Wê yekê di nava civaka ewlehiyan de di navbera alîgir û muxalifê de parçebûnek çêkir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Reqayê li dijî "Danezana destûrî " ya desthilata Şamê û ji bo daxwazên mafên ciwanan di Sûriyeya nû de xwepêşandanekê li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN