Îsraîlê metirsiyên xwe li hember serweriya dewleta Tirk li Sûriyeyê nîqaş kirin

Malpera "Walla" ya Îbranî diyar kir ku Netanyahu der barê metirsiyên ji serweriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê de şêwirên ewlehiyê kirin.

Îsraîlê metirsiyên xwe li hember serweriya dewleta Tirk li Sûriyeyê nîqaş kirin
23 adar, 2025   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera "Walla" ya Îbranî diyar kir ku saziyên ewlehiyê yên Îsraîlê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên li Sûriyeyê di hedefteya borî de gelek şêwir li dar xistin. Her wiha malperê anî ziman ku desthilata Şamê hewl dide baregehên leşkerî sererast bike, hêza moşek û parastina hewayî li başûrê Sûriyeyê ku ji Îsraîlê ve nêz e çaksaz bike.

Li gorî "Walla" çavkaniyan diyar kir ku li hemberî piştgiriya aborî û leşkerî ya ji Şamê re, têkiliyên Sûriyeyî û Tirkî hene ku herêmên nêzî Tedmurê ji artêşa Tirkiyeyê re werin veguhastin û ev tevgerên muhtemel ên dewleta Tirk li naverasta Sûriyeyê li gel Îsraîlê fikarên berfireh çêdike.

Kanala 12’an a Îbranî jî destnîşan kir ku Netanyahu bi rêya şêwirmendê xwe zorê li dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê dike ku rûbirûbûa bi dewleta Tirk re li ser xaka Sûriyeyê diyarkirî ye.

Komîteya hikumetê ya Îsraîlê di rapora xwe ya dawî de ji bo Netanyahu gotibû digel van metirsiyên zêde yên Til Avîvê li hember hevbendiya Enqere bi desthilata Şamê re, xwe ji şerekî muhtemel bi Tirkiyeyê re amade bike.

(fr)