Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz a Lubnanê bi beşdariya deh hezaran Kurdistaniyan, nûnerên balyozxaneyên biyanî, şaredarî, rêxistinn navnetweyî û rojnamevanên Lubnanî, Newroz pîroz kir.

Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroza Lubnanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
23 adar, 2025   23:35
BEYRÛT

Şahî bi sirûdên neteweyî yên Kurdî û Lubnanî hat destpêkirin, piştre agirê Newrozê bi siloganên girseya gel hat dadan.

Di şahiyê de banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a ku tê de girîngî ji bo demokrasî û jiyana hevbeş hatibû dayîn, ji aliyê nûnera saziya navenda Jineolojî Zehîde Erebo ve hat xwendin.

Cîgira Weqfa Newroz Henan Osman destnîşan kir ku Newroz sembola têkoşîn û berxwedana ji bo azadî û rûmetê ye û teqezî bi girîngiya şopandina rêya Rêber Abdullah Ocalan û avakirina civaka demokratîk, da.

Endama Kongra Star a Lubnanê Lava Bekir destnîşan kir ku Newroz îradeya azad û berxwedana gelan a li hemberî zilmê berz dike û got ku jin di têkoşîna ji bo azadiyê de her tim pêşeng bûn.

PEYAMÊN PÎROZBAHIYÊ

Di şahiyê de peyamên pîrozbahiyê yên parlamentera Lubnanê Pola Yaqûbyab û nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulselam Ehmed hatin xwendin. Di peyaman de piştgirî ji bo Kurdên li diyasporayê hat nîşandan û girîngî bi jiyana hevbeş û xurtkirina nirxên azadî û edaletê hat dayîn.

Her wiha peyamên pîrozbahiyê ji rêxistinên jinan ên Filistînê û Komeleya Werdet Butrus a Xebata Jinan jî hatin xwendin.

BERNAMEYEKE HUNERÎ YA DEWLEMEND Û COŞA GEL

Di berdewama şahiyê de berhemên ku kultûra Kurdî vedibêjin, ji aliyê Koma Kurdistan a govendê, Koma Welatê Rojê ya stranan, stranbêjê Lubnanî Jad Ezedîn, Koma Şehîd Rojînda ya govendê û stranbêja Lubnanî Jêsî Cercûr ve, hatin pêşkêşkirin.

Her wiha stranbêjê Lubnanî Ronî Kesar stran pêşkêş kirin, ji wan straneke taybet ji bo Kurdistanê bû. Koma Şano jî şanoyek pêşkêş kir. Piştre hunermendê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Dêrik û hunermend Yasir Bîlal stran pêşkêş kirin.

XELATKIRINA MÊVANAN Û BELAVKIRINA DIYARIYAN LI ZAROKAN

Di dawiya şahiyê de jî Weqfa Newroz hunermend Jad Ezedîn, Jêsî Cercûr, Ronî Kesar û Hesen Dêrik xelat kirin û hezar û 800 diyariyên bi rengên Kurdî hatibûn xemilandin li zarokan hatin belavkirin.

(mh/fr)