Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê têkildarî girîngiya dîplomasiyê, pênasekirina şêweyên wê û çawaniya bikaranîna wê bi rêbazeke rast semînerek da.

Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
Li Hesekê têkildarî dîplomasiya civakî semîner
22 tebax, 2024   23:48
HESEKÊ

Li Parka Xwendinê ya li taxa Til Hecer a Hesekê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi sernavê ˊDîplomasiya civakî û rola wê di avakirina neteweya demokratîk deˊ semînerek da. Di semînerê de endamên saziyên sivîl, gelek wêjevan û rewşenbîr beşdar bûn. 

Endamê yekitiyê Ebdulwehab Pîranî semîner bi rê ve bir. Pîranî dîplomasî, şêweyên wê, çawaniya pêşxistina wê bi rêya serdeman, girîngiya wê di dîroka mirovahiyê de û rola ku jinan tê de lîstiye şîrove kir.

Pîranî got divê dîplomasî di nava saziyên Rêveberiya Xweser de were bikaranîn ku têkiliyeke xurt di navbera wan û gel de bê avakirin, armancên hevbeş bi awayekî aktîvtir bên pêkanîn, raman û pisporî di nava saziyan de bên pevguhartin, têkilî bi saziyên rêveberî yên dewletên din re bên avakirin.

Pîranî got: "Divê saziyên me xwe li gorî pêşketina dîplomasiyê bi pêş bixin. Ev yek bi dîjîtal, li ser enternetê, lidarxistina civînan li ser online tê kirin.

Dûre beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Beşdaran girîngî da dîplomasiyê, rêbazên pêşxistina wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku xwe bigihînin dîplomasiyeke xwedî rehendên civakî-siyasî.

(fr)