ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2024
23 kanûn, 2024   02:00

Rojnamevanên kantona Dêrazorê hedefgirtina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ji hedefgirtina rojnamevanan nixumandina nirxumandina rastiyan e.

Lezgîn Îbrahîm diyar kir ku modela rêveberî, siyasî û leşkerî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mînaka jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de ye. Îbrahîm destnîşan kir ku dibe ku ev model, çareserî be û rê li pêşiya şerê navxweyî bigire.

Endamên Meclisa Şehîd Gulê Selmo li gorî derfetên heyî pêdiviyên malbatên ku bi darê zorê ji kantona Efrîn û Şehba koçber bûne, peyda dikin. Her wiha serdana malbatên koçber dikin û rewşa wan dişopînin.

Nivîskar Beşîr Mela Newaf destnîşan kir ku li pêşiya Kurdan ji bo bidestxistina mafên xwe fersendek dîrokî heye, lewma divê vê fersendê ji dest nedin û bi yekrêziyê helwesta xwe nîşan bidin, xwe bi cîhanê bidin nasîn.

Şêniyên kantona Cizîrê diyar kirin ku hedefgirtina rojnamevanan, kiryareke terorê ye, armanca wê têkbirina ragihandina azad a ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera bike ye.

Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Xelîl Hacî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik defin dike. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Xwendekarên Demokratîk li bajarê Hesekê li Navenda Serdem a Çandê der barê pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê û rola ciwanan li hember timayên derve civînekê li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêx Murşid El Xeznewî der barê rewşa dawîn de li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarê Rimêlanê civînekê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Qamişlo û Amûdê ji bo piştgiriya YPJˋê ji Çerxerêya Sonî ya Qamişloyê ve meşekê li dar dixe. (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Til Birak û Hesekê cenazeyê endamê Meclisa Rûspiyan a Til Birakê şehîd Ehmed Xelîl El Temê û endama HPCˋê şehîd Ebîr El Hisên ên ku di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li başûrê Til Birakê di 21ˋê Kanûnê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê defin dikin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê karwaneke din a şehîdên berxwedana Bendava Tişrîn û Qereqozaqê li Goristana Şehîd Dicle yê bajarê Kobanê oxir dike. (14:00) BI WÊNE Û DÎMEN