`Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dengê rastiyê radigihandin cîhanê`

Şêniyên kantona Cizîrê diyar kirin ku hedefgirtina rojnamevanan, kiryareke terorê ye, armanca wê têkbirina ragihandina azad a ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera bike ye.

`Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dengê rastiyê radigihandin cîhanê`
23 kanûn, 2024   07:10
QAMIŞLO

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeya rojnamevan Cîhan Bîlgîn (Jiyan) û Nazim Daştan 19`ê Kanûnê li başûrê Kobanê dema hewl didan rastiya sûcên dagirkeriyê aşkera bikin, kir hedef û di encamê de her du rojnamevan şehîd bûn û ajokarê erebeyê birîndar bû.

Şêniyên bajarên Dêrikê, Çilaxa û Til Hemîsê ên kantona Cizîrê ev sûc û hedefgirtina domdar a rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.

Hiyam Ebdo ji bajarê Dêrikê ye têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, komkujiyan dike û ji bo ku van sûcên xwe veşêre rojnamevanên ku hewl didin van sûcan aşkera bikin û ji cîhanê re ragihînin dike hedef."

Hiyam wiha domand: "Herî dawî dewleta Tirk a dagirker rojanemvan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê kirin hedef. Her du heval, di ragihandina dengê civakê de roleke girîng lîst."

Diyar Ehmed ê ji Çilaxa jî got: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze vîn û yekitiya pêkhateyên herêmê bişikîne ji ber wê êriş herêmê dike."

Ehmed ev li gotinên xwe zêde kir: "Dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan dixwaze kesên rastiyê dibêjin bêdeng bike û nehêle ev rastî bigihêje cîhanê."

Ehmed got her du hevalên rojnamevan berxwedana gelê Kobanê yê ku berxwedan hilbijartiye, dişopandin lê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hedefgirtin da ku berxwedana destanî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li hember dewleta Tirk li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê, veşartî bimîne.

Ebdulselam El Casim ê ji Til Hemîsê got: "Ev kiryar terorîstî, êrişa li dijî ragihandina azad e ku hewl dide sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera bike."

El Casim diyar kir ku êrişa li dijî rojnamevanan, berdewama  siyaseta dewleta Tirk a li dijî nirxên bingehîn ên civakê û azadiya rojnamegeriyê ye.

Mawiye El Hedîd a ji Til Hemîsê jî têkoşîna rojnamevan Cîhan Bîlgîn silav kir û got: "Cîhan mînaka rojnamevana qehreman bû. Wê pênûs û kamereya xwe kir xizmeta şoreşa gelan û jinan."

Mawiye behsa têkoşîna Cîhan kir û wiha pê de çû: "Cîhan, 8 sal nûçegihana ajansa Hawarê bû. Di ragihandina rastiyê û aşkerakirina sûcên dagirkeriyê de, roleke bingehîn list. Hedefgirtina rojnamevanan li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye."

 (şx/k)

ANHA 

çil axa