DAIŞˋê li Dêrazorê êrişî bendeke kontrolê kir

Hat diyarkirin ku şaneyên çeteyên DAIŞˋê li gundewarê bakurê Dêrazorê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

DAIŞˋê li Dêrazorê êrişî bendeke kontrolê kir
22 kanûn, 2024   23:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, şaneyên çeteyên DAIŞˋê li gundê Sebhe yê gundewarê bakurê kantona Dêrazorê li nêzî bajarê Bisêra êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Heman nûçegihan diyar kir ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrişê da û çete reviyan. Her wiha ji bo paqijkirina herêmê ji çeteyan û lêgerîna wan hêzên ewlehiyê operasyon da destpêkirin.

Di navbera çend saetan de ev êrişa duyemîn a şaneyên çeteyên DAIŞˋê li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn e. Beriya çend kêliyan şaneyên çeteyên DAIŞˋê êrişî bendeke kontrolê ya li bajarê Şedadê yê gundewarê başûrê Hesekê kiribû.

(fr)