ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 – 11 – 2024
23 mijdar, 2024   02:00

Rêveberên saziyên bajarê Holê pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku armanca vê pergalê projeya wî ya demokratîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Temenê wî yê mezin nebû asteng ku hînî pîşeyeke nû bibe, lewma xwe fêrî pîşeya zîvkariyê kir. Her wiha li şûna teknolojiyên nû, rêbaz û amûrên kevn bi kar tîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi Pergala Edaletê ya Jinan re ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, mafên jinan mîsoger dibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rûspiyên eşîrên Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmê hewl dide DAIŞˈê vejîne û got "Em ê her tim bi QSDˈê re bin." BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku destê malbata Barzanî di sûc û kiryarên çeteyan ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye û xiyaneta malbata Barzanî şermezar kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Keleha Cebar a kevnar ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser ve tê restorekirin. Xebatên restorekirin û parastinê dê heta dawiya meha Kanûnê dewam bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Gaziyê şer Birûsk Kobanê da xuyakirin ku sedema sereke ya şer û pevçûnên di roja me de zîhniyeta bi serweriya mêran e û got “Bi saya fikir û bîrdoziya Rêber Apo, em bi hevrêyên xwe yên jin re mil bi mil ji bo azadiya gelên xwe di nava têkoşînê de ne. Ev şoreşa me ya bi pêşengiya jinan her ku diçe xurttir dibe, wê bi hemû heybeta xwe li hember êrişan li ser pêyan be.” BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD’ê paneleke diyalogê li ser roja 25’ê Mijdarê li bajarê Hesekê li dar dixe (10:00). Koordînasyona Jinan a Yekitiya Şaredariyan jî paneleke diyalogê li bajarê Hesekê li dar dixe (10:00). Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê panelekê li bajêr li dar dixe (11:00) û Kongra Star semînerekê li ser heman mijarê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê dide (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Reqayê herdu şervanên QSD'ê şehîd Şeban El Şihade û Fîras Bîco li goristana şehîdan a bajarokê Hikûmiyê oxir dikin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê li bajarê Hecînê cezayên darvekirinê yên li dijî jinan li Îranê şermezar dikin. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Hunermendan a TEV-DEM'ê bi boneya 25'ê Mijdarê pêşangeheke şêwekariyê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN