Pergala edaletê ya jinan a şoreşê

Bi Pergala Edaletê ya Jinan re ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, mafên jinan mîsoger dibin.

Pergala edaletê ya jinan a şoreşê
23 mijdar, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Mijareke sereke ku di pergala Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye tekezkirin ku bi felsefeya azadiya jinan hatiye avakirin, pergala edaletê ye. Di nava pîvana Hiqûqa Demokratîk de Pergala Edaleta Jinan cihê balkêşiyê ye.

Li Rojavayê Kurdistanê Mala Jinan cara yekemîn di sala 2011'an de, Mala Gel jî di sala 2012'an de li ser bingeha hiqûqa demokratîk hatin birêxistinkirin. Ji bo parastina mafên jinan li bajaran û ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, bi Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Rizgariya Jinan, xebat meşandin.

Ji bo fêmkirin û bipergalkirina hiqûqa demokratîk ku yek ji pîvanên neteweya demokratîk e, di sala 2013'an de li Qamişloyê Akademiya Edalet û Pergala Hiqûqê ya Mezopotamyayê hat avakirin û li vê akademiyê bi sedan hiqûqnas hatin perwerdekirin.

JIN DI HEVPEYMANA CIVAKÎ DE

Piştî îlankirina kantona Cizîrê di 21'ê Çileya 2014'an de, ya Kobanê di 27'ê Çileyê de û ya Efrînê di 29'ê Çileya 2014'an de, Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman salê de li Amûdê kom bû û Hevpeymana Civakî ya Rojava qebûl kir ku mafên jinan ên leşkerî, siyasî û civakî diparêze. Her wiha pergala hevserokatiyê wek rêgezeke bingehîn di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de hate pejirandin.

Ji ber pêşketina pergalê û berfirehkirina herêmên rizgarkirî Hevpeymana Civakî di 29 'ê Kanûna 2016'an de hate nûkirin. Di hevpeymanê de mijarên azadî, edalet, wekhevî, perwerde, tenduristî, parastina hawirdorê, azadiya jinan, parastina jin û mafên zarokan, xalên sereke bûn. Temsîliyeta jinan a di van waran de, derket ji sedî 40'î.

Dîsa di çarçoveya mafên gelan û pêşniyarên jinan de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Heypeymana Civakî ku ji 4 sernavên sereke û 134 madeyan pêk tê, di 12'ê Kanûna 2023' yan de nû kir û qebûl kir. Li gorî daneyên sala 2023'yan, 212 sazî û rêxistinên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, kotaya jinan a ji sedî 50 esas e. Rêjeya temsîlkariya jinan di pergala edaleta giştî ya herêmê de wek ji sedî 50 hat diyarkirin.

Qanûna Jinan ku mafên jinan ên siyasî, aborî û civakî misoger dike, bêyî ku xwe bispêre zîhniyeta baviksalar edalet û wekheviyê pêk tîne, di 27'ê Cotmeha 2014'an de bi pêşengiya tevgera jinan a bi navê Yekitiya Star (piştre bû Kongra Star) wek 26 made hat derxistin. Lê ji ber ku qanûnên ceza û cezayên pênasekirî tune bûn, qanûnên ceza û cezayên ji aliyê hikumeta Şamê ve dihatin bicihkirin, esas digirtin. Qanûna Jinan di sala 2016'an de bi erêkirina qanûna sûc û ceza re, hat temamkirin.

MECLISA EDALETÊ YA JINAN

Di sala 2016’an de Meclisa Edaletê ya Jinan hate avakirin û xebatên koordînasyonê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di bin banê meclisê de Mala Jinan, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Akademî hatin birêxistinkirin.

Piştî berfirehkirina herêmên rizgarkirî, Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Konferansa Cizîrê ya Meclisa Edaletê ya Jinan a 2'yemîn  de ku di 16'ê Mijdara 2018'an de li dar ket, hate îlankirin. Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan bi 17 rêgezên bingehîn û 4 beşan; Mala Jinan, Dîwana Edaletê, Komîteya Lihevanînê û Akademî hate avakirin.

JI QANÛNA JINAN HETA QANÛNA MALBATÊ

Di sala 2019'an de di konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê a yekemîn de ku 62 rêxistinên jinan û jinên serbixwe tê de cih digirin, Qanûna Jinan wek rêgezên jinan hate nîqaşkirin û biryara danîna Qanûna Malbatê hate dayîn.

Qanûna Malbatê ji 6 sernavan; zewac, hevberdan, bandorên hevberdanê, debara xizman, xizmtî û sûcên têkildarî malbatan û ji 41 madeyan pêk tê. Di qanûnê de ji bo sûcdarên di dozên jinên hatine qetilkirin de 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Qanûna Malbatê cara ewilî di 2023’’yan de li herêma Cizîrê hate erêkirin.

DI 10 MEHAN DE 2027 DOZ

Meclisa Edaletê ya Jinan bîlançoya dozên ku di navbera 1'ê Çile û 31'ê Cotmehê de hatine vekirin, ji ajansa me re parve kir. Li gorî bîlançoyê;

58 jin hatin qetilkirin, 34 mirinên biguman, 60 hewldanên xwekuştinê, 13 tecawiz, 56 fihûş, 25 tacîz, 628 tundiya fîzîkî, 604 hevberdan, 156 pirhevserî, 31 zewicandina zarokan, 27 revandin, 194 tundiya devkî, 95 mîras û 46 bûyerên narkotîkê bûn mijjarên dozan.

Dozger Bêrîvan Hacî, li ser Pergala Edaleta Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna wê axivî. 

HERÎ KÊM 3 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ JI BO TUNDIYA FÎZÎKÎ

Dozger Bêrîvan Hecî diyar kir ku jinên tundî lê dibe, destpêkê li dozgeriyê gilî dikin û pêvajoya hiqûqî wiha rave kir: "Em gilînameyê wek îdîaname ji komîsyona xwe ya lêpirsînê re dişînin. Piştre jî îfade û rapora derbê ji nexweşxaneyê tên girtin. Li gorî biryara dadgehê kesên tundî kiriye, tên cezakirin. Sûcdarên ku tundiya fîzîkî dikin, herî kêm 3 meh cezayê girtîgehê lê tê birîn. Ev li gorî sûc diguhere.”

‘MAFÊN JINAN MÎSOGER BÛNE’

Li ser guhertina Qanûna Jinan wek Qanûna Malbatê ya sala 2023'yan, Bêrîvan Hacî diyar kir ku bi vê qanûnê re jin, zarok û ferdên malbatê tên parastin.

Bêrîvan Hacî destnîşan kir ku qanûnên ku ew pêk tînin ji qanûnên dewletê cuda ne û wiha pê de çû: "Qanûnên me bi taybet mafên jinan diparêzin. Ev prensîba me ya bingehîn e. Pirhevserî û zewicandina zarokan ku di hin qanûnên dewletan de tên qebûlkirin, di qanûnên me de sûcên krîmînal in. Sûcên li ser navê namûsê tên kirin, sûcên li gorî qanûnên me ne, nabe ku hincet û sedemeke kuştinê bê dîtin. Yanî cînayeteke bizanebûn e. Di dozên wekî mîras, nafaqa û welayetê de cih digire. Pêşî hinek pirsgirêk diçin cem Mala Jinan û ger çareser nebin, serî li dozgeriyê didin û doz tê vekirin. Di dîwanê de nûnerên Rêxistina Jinan a Sara û Mala Jinan amade ne. Ev nûner jî mafên jinan diparêzin.”

ANHA