ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-05-2026
23 gulan, 2026   02:00

-Parêzer Rozîv Kino diyar kir ku pêwîstiya vê pêvajoyê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan heye û got “Serkeftina pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.” BI WÊNE Û DÎMEN

-Mamoste û xwendekarên bajarê Hesekê diyar kir ku zimanê kurdî beşeke sereke ya nasname û çanda kurdî ye, divê di destûrê û perwerdeyê de were mîsogerkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

-Şêniyên bajarê Dêrikê xwest destûreke demokratîk were nivîsandin ku mafên jinan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê mîsoger bike. Şêniyan da zanîn ku bidawîkirina aloziya Sûriyeyê, avakirina sîstemeke adilane û wekhev a dûrî paşguhkirin û înkarê hewce dike. BI WÊNE Û DÎMEN

- Li bajarê Hesekê pirsgirêka çopê girantir dibe, şênî gazinc dikin û şaredarî hewl dide li gorî derfetên xwe çareser bike.

-Koçberên gundewarên Siwêdayê daxwaz dikin ku bi komî û ewle vegerin gundên xwe. Her wiha gundên wan ji mayînan paqij bikin û ji bo malên xwe lê bikin bi wan re bibin alîkar.

-Tevgera Hîlala Zêrîn bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Girê Moza yê Amûdê çalakiyek hunerî li dar dixe, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê cenazeyê endamê Asayîşê şehîd Rifet Ebdullah li Pakrewangeha Şehîd Xebat defin dike, saet 11.00ˊan BI WÊNE Û DÎMEN

-Weşanên Şilêrê ahenga îmzekirina pirtûka helbestvan Hesen Ebduselam Mihemed li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê li dar dixe, saet 18.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Dêrikê der barê sûca qetilkirina ciwanê bi navê Dîlan Cangîz Omer de daxuyaniyekê didin, saet 13.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN